DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di doza Cerattepeyê de parêzer û beşdaran salon terikandin

 
19 Îlon
14:46 2016

RÎZE (DÎHA) - Di doza Cerattepeyê de parêzer û parazvanên jiyanê diyar kirin ku dadgehê bêalîbûna xwe winda kiriye û salona dadgehê terikandin.

Doza biryarê Cerattepeyê ya li Artvînê ku ji bo betalkirina rapora erênî ya ÇED'ê ya ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hatiye dayîn hate vekirin piştî navbereke kurt berdewam kir. Piştî navberê bexatkarên çapemeniyê negirtin salona dadgehê. Di destpêkê de Hindekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu têkîldarî mijarê nêrînên xwe anî ziman. Kaboglu nirxandina xwe ya ji 12 rûpelan pêk tê parve kir û got ku divê rapora ÇED'ê demildest bê betalkirin.

Kaboglu destnîşan kir ku rapora ÇED'ê nehiqûqê ye û wiha axivî: "Em ji dadgehê dixwazin ku qet nebe bila di asta herî kêm de be jî pêwistiyên dewleta hiqûqê bi cih bîne. Xwezî dadgeha we dema ku pêvajoya hiqûqî berdewam dikir biryara sekinandinê bida." Kaboglu di berdewamê de jî wiha got: "Ez bi xemgînî dibêjim ku dema ku hatim edliyeyê pêkanîna ku min dît li Sîlivriyê nedîtiye."

Piştre Dogan Kantarci axivî. Kantarci jî nirxandina "Raporên ÇED-pêzanan hem di warê exlaqê zanistê hem jî nirxên zanistî de nayê qebûlkirin" kirin. Kantarci wiha got: "Ji bo 3 quruş zêran ma em ê Cerattepe û derûdora wî feda bikin." PArlamenterê CHP'ê Ugur Bayarkturan jî wiha got: "Gelo Waliyê Artvînê biryara dadgehê dizane? Çima li Artvînê şertên giran ên OHAL'ê heye?"

Piştre jî parêzerên şîrketê axivîn. Parêzerên şîrketê îdiaya "Hemû nêrînên di rapora meya ÇED'ê de erênî ne" kirin. Li ser vê parêzer Bedrettîn kalin mafê axaftinê girt û wiha got: "Li Artvînê bi awayeke awarte zêde polîs hene. Biryara ku li vir derkeve dizanin û ji bo ku nerazîbûnan biçewisînin polîsan kom dikin. Beriya vê dadgerên ku biryara erênî dan ji peywir hatin girtin. Em sedema vê dizanin. Em difikirin ku dadgehê bêalîbûna xwe winda kirine û heyeta we red dikin."

Parêzer û kesên ku doz dişopandin salona dadgehê terikandin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN