Daxwaza girtina kujerê Ethem Sarisuluk hat redkirin

AKSARAY (DÎHA) - Daxwaza girtina kujerê Ethem Sarısuluk polis Ahmet Şahbaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.
Rûniştina doza Ethem Sarisuluk ê du berxwedana Bûyerên Gezî de li Kizilayê ji aliyê polîs Ahmet Şahbaz ve hat qetilkirin hat ditin. Piştî 7 sal û 10 meh cezayê Polîs Ahmet Şahbaz ji aliyê 1'emîn Daîreyea Ceza ya Dadgeha bilind ve hat xerakirin doz li Dadgeha Cezayên Giran a Aksarayê hat dîtin. Parêzerê polîs Şahbaz bi parastvanên xwe katin salona rûniştinê û bal kişandin ser xwe. Parêzerê malbata Sarisuluk û Serokê Şaxa ÇHD'ê yê Enqereyê Murat Yilmaz destpêkê parastin kir û got: "Êdî rapora kesên zana pûç derket. Divê bersûc bê cezakirin. Yilmaz, anî ziman ku polîs Ahmet Şahbaz wekî ku gule berhdabe jor tev geriya ye, lê di rastiyê de hat îspatkirin ku hedef girt û gule avêtiye û xwest Ahmet Şahbaz bê girtin. Yilmaz, destnîşan kir ku bi taybetî ji ber Serokomar TAyyip Erdogan li Ahmet Şahbaz xwedî derketiye asta rastiya dozê nîşan dide. Prz. Kazım Bayraktar jî anî ziman ku raporên zana ji 3 kesên cuda girtin, ê her sê kes jî wekî hevin. Polîs Şahbaz Etem hedef girtiye û gule berdaye. Ji ber vê yekê divê Şahbaz bê girtin û cezakirin.
Di rûniştinê de dema dîmenên ku polîs Şahbaz Ethem qetil kir hat nîşandan, malbata Sarisuluk nekarîbû xwe bigirin û derketin derve. Di dîmenan de jî derketi holê ku polîs raste rast gule berdide Ethen.
Heyeta dadgehê piştî navber da rûniştinê daxwaza parêzerên malbatê ya girtina polîs Şahbaz red kir. Doza rûniştinê taloqî 28'ê Mijdara 2016'an kir.
(mae)