DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ozgen: Heta destxistina hemû mafan berxwedan

 
19 Îlon
13:22 2016

DERSIM (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, li Dêrsimê kedkarên perwerdehiyê ziyaret kir û diyar kir ku heta hemû mafên xwe bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ozgen, da zanîn ku ew dê têkoşînê li her derê mezin bikin.

Kedkarên perwerdehiyê yên bi polîtîkayên AKP'ê ji peywirê hatin dûrxistin, herî zêde li Dêrsimê di ber xwe didin û mafê xwe diparêzin. Bi sedan kedkarên perwerdehiyê li ber avahiya AKP'ê ya Dersimê kom bûn û dûrxistina mamosteyan a ji kar şermezar kirin. Di çalakiyê de Wekîlê HDP'ê ê Dêrsimê Alican Onlu, Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, endam û rêveberên HDP, DBP, kedkarên perwerdehiyê û endamên sendîkayê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girseya ku kom bû û daxuyanî dan, bi yek dengî siloganên “Dê roj bê dewran bizîvire, AKP hesab bide gel" û "Li dijî faşîzmê mil bidin mil." berz kirin. Li vir li ser navê girsê Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen axivî û diyar kir ku heta hemû mafên xwe bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Lamî Ozgen, hemû gelê Dersimê û kedkarên dersimê silav kir û wiha got: "Me biryar da ku li Hatay, Amed, Hopa berxwedana xwe mezin bikin û wiha got: "Rejîma AKP'ê bi boneya pergala xwe bide rûniştandin û destpotiyê li ser hemû beşên civakê pêş bixe berî her tiştî êrîşî kedkarên KESK'ê dike û diwaze hemû kesên muxalif bêdeng bike. Heta niha me li dijî hemû êrîşan di ber xwe da, em dê ji niha û şûnde jî vanêrîşan qebûl nekin û di ber xwe bidin. Heta ku em hemû mafên xwe bi dest bixin em dê têkoşîna xweberdewam bikin.


'Bila OHAL û KHK bê betalkirin'

Ozgen, da zanîn ku ji roja KESK hatiye avakirin heta îro her dem li dijî şer sekna xwe anîye ziman û wiha got: "Em di serî de dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Dîsa em mafê hemû gelan dixwazin. Em li pişt hemû çalakiyên ji bo aştiyê ne. Hemû hevalên me yên ji kar hatine girtin tu sucên wan tune ye. Ji bo em mafê xwe bi dest bixin û demokrasiyê pêş bixin em amade ne ku bedelan jî bidin. Em dixwazin biryarên KHK'ê û OHAL betal bibe. Çalakiyên ku me pêk anîn yek jî ne sûc e. Ger ku hûn van çalakiyan wekî sûc bibînin wê demê ev faşîzm e. Em tu carî li hemberî faşîzmê serî danînin. Me heta niha li dijî faşîzmê şer kir, ji niha û şûnde jî em dê li dijî faşîzmê li gel hêzên demokrasiyê yên Tirkiye têkoşîna xwe berdewam bikin.

‘Divê neviyên Seyid Riza berxwedana xwe berdewam bikin'

Ozgen, herî dawî destnîşan kir ku heta mafê hemû hevalên xwe paşve bistînin dê têbikoşin û ji kedkarên dêrsimê xwest wekî Neviyên Seyît Riza berxwedana xwe berdewam bikin. Ozgen, destnîşan kir ku gelek çalakiyên wan hene û dê bi van çalakiyan bertek û nerazîbûnên xwe li her derê bînin ziman. Ozken, bibîrxist ku wan di serdema darbeya 12'ê Îlonê de jî mafê xwe yê grev, ked, demokrasî û aştiyê parast û dê niha jî vî mafê xwe heta dawî biparêzin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Niha 85 hevalên me li derve mane. Hêj peywira wan nedane wan. Divê neviyên Seyid Riza têkoşîna xwe berdewam bikin. Em li Dersimê li ber hemû pîrên xwe soz didin ku em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li dijî darbeya faşîst a AKP'ê serî netewînin û di ber xwe bidin. Dê roj bê dewran bizîvire û KESK dê bi ser bikeve."

Ji bo 85 kedkarên perwerdehiyê û kedkarên li Tirkiye ji kar hatine dûrxistin dê her şev saet di 18.30’dan de li Qada Seyid Riza ya Dêrsimê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN