DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mamoste û xwendekar di çalakiyê de ne

 
19 Îlon
11:51 2016

AMED / ÊLIH (DÎHA) - Mamosteyên ku ji kar hatin durxistin û xwendekarên ku piştgirî dan wan li Amed û Êlihê meşiyan, çalakiya rûniştinê li dar xistin û broşur belav kirin. Li Farqînê jî 10 mamostên tîşortên li ser nivîsa "Dest nede mamosteyê min" heye li xwe kiribûn, hatin binçavkirin.

Mamosteyên ku AKP'ê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kar dur xistin, bi destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê ve çûn dibistanên xwe. Li Ameda ku herî zêde mamoste ji kar hatin durxistin tîşortên ku li ser nivîsa "Dest nede mamosteyê min" heye li xwe kiribûn li baxçeyê dibistanê hatin cem hev. Li Lîseya Anadolu ya Teknîk û Pişeyê ya Muazzez Sumer xwendekaran pankarta "Ez mamosteyê xwe dixwazim" vekirin. 20 mamosteyên ku ji kar hatin durxistin jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Xwendekarên ku ketin hundirê dibistanê jî ji aliyê midûran ve bi gotina "mamoste tuneye" paşve hatin vegerandin. Xwendekarên ji dibistanê derketin biroşurên "Dest nede mamosteyê min" li cadeyan geriyan û li welatiyan belavkirin.

Gefa kuştinê li mamosteyan xwarin

Li Lîseya Anadolu ya Teknik û Pîşeyê ya Suleyman Demîrel midûrê endamê Egîtîm-Bîr-Sen a alîgirê hikûmetê ye gazî polîsan kir û polîs hatin dibistanê. Polîs bi çekên xwe ve ketin hundirê dibistanê û mamoste bi kuştinê tehdîd kirin û ji dibistanê derxistin.

Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê jî ji midûrên dibistanan xwestibûn ku polan bigihînin hev. Midûriyetê saet 14.00'an de ji bo civînê gazî midûrên dibistanan kir.

Li aliyê din jî xwendekarên di twitterê de tag ava kirin dê saet di 15.00'an de li Qada Şex Saîd (Deriyê Çiyê" çalakiya "Dest nede mamosteyê min" li dar bixin.

Li bajar hema ku li ber hemû dibistanan polîs bi wesayîtên zirxî ve tên rawestandin.

Li Farqînê 10 mamoste hatin binçavkirin

Li navçeya Farqîna Amedê 10 mamosteyên endamên Egîtîm Sen'ê bi tîşortên ku li ser nivîsa "Dest nede mamosteyê min" heye li xwe kiribûn ve çûn Dibistana Seretayî ya Selahattîn Eyyubî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hate hinbûn ku mamosteyên hatin binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Farqînê.

Ji bo mamosteyên xwe meşiyan

Li Êlihê ji peywirgirtina 946 mamosteyan ji aliyê xwendekaran ve hat şermezarkirin. Xwendekar li ser cadeya Amedê com bûn û bi slogana "Em mamosteyê xwe dixwazin" meş li dar xistin. Welatiyên li derûdorê jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran.

Dîsa li Êlihê hate dîtin ku dibistan piranî vala ne û xwendekar neçûne dibistanan.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN