DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Artvînî bi biryarin: Heta serkeftinê em li vir in

 
19 Îlon
11:35 2016

ARTVÎN (DÎHA) - Welatiyên ji Artîvînê hatin, li gel hemû astengiyên polîsan, dîsa beşdarî doza Cerattepe ya li Rîzê tê tîdin bûn. Welatiyên beşdarî dozê bûn, diyar kirin ku heta serkeftinê dê li vir bin.

Doza Cerattepe ya madenê ku ji aliyê parazvanên derdorê ve li Holdînga Cengîz hatibû vekirin, li Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê dest pê kir. Li dijî holdîngê 760 dozdar, 61 parêzer, beşdarî dozê bûn. Doz li Qesra Edaletê ya Rizeyê dest pêk ir. Ji çar aliyên Tirkiye parazvanên derdorê hatin amade bûn û rastî eleqeyek gelek mezin hat. Li gel dorpêç û hemû astengiyên polîsan, gelê Artvînê û parazvanen mafên mirovan hatin ber deriyê Edliya Rizeyê kom bûn. Welatiyên hatin ber edliyê kom bûn, anîn ziman ku heta rapora ÇED'ê bê bedalkirin û dozê bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Xwendekarên Stenbolê jî beşdarî dozê bûn. Xwendekarên Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê jî hatin Rîze û beşdarî dozê bûn. Xwendekara hiqûqê Tutku Şen, anî ziman ku pir ji xwezayê hez dike û evîndarê şînahiyê ye û wiha got: "Divê xweza bê parastin. Ez bi hêvî me û em dê bi ser bikevin." Heta em bi ser bikevin em li vir in"

Welatiya ji Artvinê hat Rizeyê Alim Solmaz jî anî ziman ku wan gelek doz qezenç kirin û ew dê vê dozê jî qezenc bikin. Solmaz, anî ziman ku piştî ew dozê qezenç bikin dê ji vir biqetin. Welatî Ezgî Yilmaz jî anî ziman ku ew de li qadên jiyanê û xwezayê xwedi derkevin û heta bi ser bikevin dê doza xwe bişopînin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN