DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

TUC'ê piştgirî da gelê kurd

 
19 Îlon
11:20 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Mezintirîn tevgera kedê ya Brîtanyayê TUC, biryar da ku bi rengekî çalak piştgiriyê bide gelê kurd. TUC, ku beriya niha ji bo Mandela kampanya meşandibû, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike, divê Ocalan azad be.

Kongreya Yekîtiya Sendîkayan-TUC (Trade Union Congres) ku mezintirîn rêxistinbûna kedê ya Qraliyeta Yekbûyî ye, di konferansa xwe ya salane de biryar da, bi rengekî çalak piştgiriyê bide gelê kurd. Tevî 52 sendîkayên ji qadên cuda yên kar, 6 mîlyon endamên TUC'ê hene. TUC ku rêxistinbûna herî bi bandor a li qada civakî, siyasî û kar a li Brîtanyayê ye, di sala 1868'an de ava bû.

Konferansa salane ya TUC'ê hefteya debasbûyî li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê dest pê kir û hefteyekê dewam kir. Pêşniyarnameya ji aliyê sendîkayên Unite The Union, GMB, NASUWT Û NUT ve hat pêşkêşkirin, hat qebûlkirin. Biryara piştgiriya çalak a bi gelê Kurd û tevgerên sendîkayî yên li Tirkiyeyê, ji aliyê konferansê ve hat qebûlkirin.

Di pêşniyarnameya hat qebûlkirin de hat ragihandin, ku êrîşên demên dawî yên li dijî gelê kurd û hemû mûxalîfên li Tirkiyeyê bi fikar tên şopandin û bang hat kirin, ku ev êrîş derhal werin sekinandin. Her wiha bal hat kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bang li dewleta tirk hat kirin ku pêvajoya aştiyê ya bi awayekî yekalî hatiye sekinandin ji nû ve bide destpêkirin û ji bo serketina vê pêvajoyê jî xwest, Ocalan azad bibe.

Ji bo Mandela jî kampanya dabûn destpêkirin

Tevgera kedê TUC, di konferansa xwe ya sala 1971'ê de biryarek standibû û ji bo Nelson Mandela kampanya bi rêxistin kiribû. Di çarçoveya vê kampanyayê de meş û mîtîngên mezin hatibûn lidarxistin û li dijî hikûmeta Afrîka Başûr xebateke berfireh hatibû meşandin. Vê yekê di azadiya Mandela re roleke mezin lîstibû.

Di konferansa salane ya li Brîghtonê de, rayedarê sendîkaya Unite The Union Tommy Mûrphy li ser pêşniyarnameyê axivî û destnîşan kir, ku bêdengiya li pêşberî dîktatoriya Erdogan ne ya qebûlkirinê ye. Mûrphy da xuyakirin, ku bêdengiya li pêşberî dîktatoriya Erdogan, rezalet e û xwest dawî li vê şermê were anîn.

Di pêşniyarnameya bi sernavê 'Pêşniyarnameya lezgîn' û 'Piştgiriya gelê kurd' de wiha hat gotin: "Ji ber xeteriya heyî û pêvajoya bi guman, kongreya me daxwaza bicihanîna van xalên li jêrê dike. Di vî warî de wê xebateke aktîf bimeşîne." Daxwazên tên kirin ev in:

"-Bangê dike ku yên piştî hewldana darbeyê ji wezîfeyê hatine girtin, mafên wan radestî wan bên kirin, bang li dewleta Tirk dike, ku li gorî mafên mirovan ên tevgera kedê ya navneteweyî, azadiya ramanê, mafên sendîkayî û azadiya çapemeniyê tevbigere,

-Dixwaze xebatên piştgiriya bi gelê kurd û tevgerên sendîkayî yên mûxalîf û pêşverû werin zêdekirin û desteka madî û pratîkî ji wan re bê dayîn,

-Ji bo Qraliyeta Yekbûyî li nava hikûmeta tirk bikeve nava hewldanan, fikarên kongreya me ji wan re ragihînin, daxwaza rawestandina êrîşên li dijî gelê kurd, civaka sivîl û sendîkayan bike, ji hikûmeta Tirk bixwaze ku hurmetê nîşanî berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bide û dawî li çalakiyên xwe yên li derveyî qanûnan bîne, wê bi rengekî çalak bixebite,

-Wê hewl bide ku saziyên navneteweyî û federasyonên sendîka yên Ewropa û navneteweyî zextê li hikûmeta tirk bikin, ku helwesta xwe biguherîne,

-Ji bo pêvajoya aştiyê ya di Hezîrana 2015'an de ji aliyê hikûmeta Tirk ve bi rengekî yekalî hat qedandin ji nû ve were destpêkirin bang dike. Ji bo serketina vê pêvajoyê daxwaza azadiya Lîderê Kurdan Abdullah Ocalan dike."

Kampanya ji bo azadiya Ocalan, bi pêşengiya yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê Unite û GMB ve di 25'ê Nîsanê de li Parlamenta Brîtanyayê hatibû destpêkirin.

(sa)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN