Doza nûçgihanê me Îmrak sibehê ye

ANTALYA (DÎHA) - Nûçegihanê me Feyyaz Îmrak dê sibehê cara duyemîn li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Antalyayê derkeve pêşberî dadgehê. Cemiyeta Rojnamegerên Azad beriya dozê banga bihistiyariyê kir û xwest hemû kesên bihistiyar dozê bişopînin.
Nûçegihanê ajansa me Feyyaz Îmrak ê xwendekarê Zanîngeha Akdenîzê ye di 11'ê sibatê de di encama serdegirtina malan de bi 13 kesan re hatibû binçavkirin dê sibehê cara duyemîn saet di 11.00'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Antalyayê derkeve pêşberî dozger. Der barê nûçegihanê me Îmrak de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" "propagandaya rêxistinê kiriye" ji 11 salan heta 20 slan ceza tê xwestin.
Parêzera Îmrak, Nagehan Avçîl diyar kir ku muwekîlê wê ji ber xebatên xwe yên rojnamgeriyê tê darizandin û wekî danişîna berê dê vê carê jî nûçeyên Îmrak pêşkêşî dadgehê bikin û hêviya wan ew e ku bê berdan.
'Divê hemû kes di dadgehê de xwedî li çapemeniyê derkevin'
Hevserokê Cemiyita Rojnamegerên Azad (CRA) Hakki Boltan jî beriya dozê bal kişand li ser pêkûtiyên li hemberî rojnamegeran û anî ziman ku Îmrak ji bo çavtirsandina rojnamgeran hatiye girtin.
Boltan got ku divê îxtidar dev ji polîtîkayên ku rojnamegeran dixe bin pêkûtiyan û wiha abixî: "Ya ku dihêle Tirkiye bibe welatekî marjînal û nedemokratîk nebûna azadiya çapemeniyê ye. Divê îxtidar di demeke kin de dev ji pêkûtiyên li hemberî çapameniyê berde."
Boltan bang li rêxistinên civakî yên sivîl ên li Antalyayê û derûdorên bihistiyar kir û xwest dozê bişopînin û li hemberî pêkûtiyên li ser çapemeniyê bisekinin.
(sa)