DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Generalên Biçûk ên Apê Mûsa: Em şopdarên heqîqetê ne

 
19 Îlon
10:19 2016

AMED (DÎHA) - Generalên Biçûk ên zanayê kurd Apê Musa ku bi hinceta nûçeyan çêkirine û nûçe bi raya giştî û civakê re parvekirin bi mehan di girtîgehan de man diyar kirin ku wan pênûsa Apê Musa û Gurbetelliyan hilgirtine, şopdarên heqîqetê ne û dê her tim li pey rastiyan bimeşin.

Xebatkarên çapemeniya azad ên ku bi hinceta nûçeyên li qadên berxwedana xwerêveberiya nûçe şopandin, bi mehan di girtîgehan de man û piştre hatin tahiyekirin, di salvegera qetilkirina 24’emîn a zanayê kurd Musa Anter (Apê Musa) de peyama xurtkirina xebatên ragihandinê ya kevneşopiya Çapemeniya Azad dan.

Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) Bîlal Guldem ê ku bi hinceta nûçeyên berxwedana xwerêveberiyan a li navçeya Nisêbîna Mêrdînê şopand û du meh û nîv girtî ma, li gel êrîş û zordestiyên dewletê jî xebata kevneşopiya Çapemeniya Azad e didomîne. Guldem diyar kir ku ew wekî şagirt û Generalên Biçûk ê Apê Musa ji rastiyan tawîz nadin û wiha axivî: “Di salvegera qetilkirina Apê Musa de carek din dubare dikin ku em ê bibin şopdarên rojnamegerên ji ber rastiyan hatin qetilkirin. Em şopdarê Apê Musa û Cengîz Altun û hemû cangoriyên çapemeniyê ne.”

'Em bi pênûsa Apê Musa rastiyan radigîhinin'

Guldem bi bîr xist ku bi dehan nûçegîhan bi hinceta nûçeyên li qadên xwerêveberiyê çêkirin di girtîgehan de ne û axaftina xwe wiha domand: “Em li derve bin jî û girtî bin jî me dev ji pênûsa ku me ji Apê Musayan dewr girt bernadin. Ji ber ku me êrîşên li ser gelê kurd vegot û ji raya giştî re parve kir, em bi mehan di girtîgehan de hatin girtin. Hê jî gelek hevalên me yên rojnamevan girtî ne. Em wekî xebatkarên çapemeniya azad ji ber ku wekî daxwaza AKP’ê rojnamegerî nedikir em bûn hedefa êrîşên. Çawa ku Apê Musayan ji ber rastiyan vegotin hatin qetilkirin, me jî ji ber rastiyan anî ziman em hatin girtin. Ev dem û ew dema salên 1990’î wek hev in.”

‘Em ê rojnamegeriya civakê bikin’

Gûldem da zanîn ku kevneşopiya Çapemeniya Azad ji dîrokên herî tarî heta îro hatiye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Şagirtên Apê Musa ji rastiyan tawîz nedan, nadin û kevneşopiya Çapemeniya Azad heta îro anîn. Em ê bi pênûsa Apê Musa rojnamegeriya gel bin. Bê her tiştî dibe lê bê Çapemeniya Azad nabe.”

'Ne rojnameger rastî tên girtin'

Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Bêrîtan Canozer ku dema li Amedê nûçe dişopand bi hinceta “bi heyecan e” hat girtin û ji ber nûçeyên xwe hat darizandin jî balkişand ser êrîş û zordestiyên li ser Çapemeniya Azad û wiha got: “Generalên biçûk ên Apê Musa dê ji bo pêşeroja kevneşopiya Çapemeniya Azad têbikoşin. Pêvajoya îro yên ku rastiyan dinivîse tê girtin. Sucên rojnamegerên girtî nivîsandina rastiyan e. Bi rastî ne rojnameger rastî tên girtin. Lê em nahêlin ku rastî bên girtin. Em ê şûna hevalên xwe jî ragihandina rastiyan bidomînin.”

'Ligel êrîşan em ê bibin şopdarê rastiyan'

Nûçegîhana DÎHA’yê Meltem Oktay ku dema êrîşên li hemberî Nisêbînê nûçe dişopand hat girtin û piştî 5 mehan serbest hat berdan anî ziman Apê Musa ji ber ragihandina rastiyan hat qetilkirin û got ku li gel êrîşên dewletê ew dê bibin şopdarê kevneşopiya Çapemeniya Azad. Oktay ev tişt got: “Generalên biçûk ên Apê Musa li pey rastiyan in. Wekî salên borî me her tişt da ber çavên xwe û me ev rê da pêşiya xwe. Berdel çi be bila bibe divê rastî bên nivîsandin. Min jî pênûsa Apê Musa û Gurbetellî Ersoz girt destê xwe û ragihandina rastiyan jî ji van girtiye.”

‘Li pey heqîqetê ne’

Oktay diyar kir ku penûsa Apê Musa di destê wan de ye û wiha got: “Bi girtin, gef xwarin û zordestiyan nikarin ji nivîsandina rastiyan re bibin asteng. Çapemeniya Azad heta îro her tişt jiyan kir. Lê xilas nebû û bêzar nebû. Em jî yên ku di nava rastiya Kurdistanê nûçegîhanên kurd wekî Apê Musa berdel çi bibe bila bibe li pey heqîqetê ne û ji rastiyan re bibin ronahî.”

(dt-ozp/bg/sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN