DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di bin çavan de bi saetan rastî îşkenceyê hatin

 
19 Îlon
09:24 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Derket holê ku li Silopiya 4 kesên ji malbata Elma di bin çavan de rastî îşkenceya giran a leşkerên Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê hatine.

Li gundikê Nihala Koça yê gundê Ribehiyê yê navçeya Silopiya Şirnexê di 12'ê îlonê de leşkeran bi ser mala malbata Elma de girtibûn û di encama serdegirtina malê di 2 jinên ku tê îddakirin endamên YJA-Star'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî ku leşkeran cenazeyên herdu jinan ji malê derxistin ji heman malê Yûsûf, hevjîna wî Halîme, kurê wî Sabrî û biraziya wî Nazli Elma xistibûn bin çavan û dadgehê biryara girtina wan dabû. 4 welatiyên ku biribûn Fermandariya Cendermeyan a Silopiya 16 saetan di bin çavan de man hate hînbûn di bin çavan de rastî îşkenceyên giran hatine.

'Me 2 erman kuştin hûn jî terorîst in'

Li gor agahiyên ku gundiyan dane serê sibê derdora saet 03.00'an leşker derdora malbata Elma digirin û piştî demekê dengê teqînekê tê û leşker madeyek ku rengê dûxana reş û zer e diavêje hundir. Piştî teqînê leşkerên ku çûne hundirê malê de cenazeyê herdu jinan ji hundir dertêxin. Piştî derxistine cenazeyan leşker ji endamên malê re dibêje, "Me 2 ermen kuştin û hûn jî 'terorîst' in" û wan têxin bin çavan.

'Di bin çavan 16 saetan man rastî îşkenceyê hatin'

Leşkerên ku ji malbata Elma 4 kes xistîn bin çavan hêj li ber deriyê malê dest bi îşkenceyê dikin. Gundiyan da zanîn ku îşkenceya leşkeran li ser endamên malbata Elma pêk dianî ew qas giran bû ku dengê wan bi ser gund diket. Li gor agahiyên hatine bidestxistin leşkerên ku kesên malbata Elma birîn Fermandariya Cendermeyan a Silopiya ew 16 saetan di bin çavan de hiştine û bê navber îşkence li wan kiriye.

Piştî îşkenceya 16 saetan her 4 kesên malbatê li Silopiya derketîn pêşberî dadgehê û bêyî ku destûr were dayîn parêzerê malbatê parastinê bike, bi hinceta, "endamên rêxistinê ne" û "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin.

Cenazeyên herdu jinên ku jiyana xwe ji dest dayîn û di laşê wan de şopên şewatê heyîn hêj li morga Deriyê Sînor a Xabûrê ne.

(kom/no/sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN