Elîaçik: Hûn nikarin daxwaza azadiyê ya kurdan biçewisînin
STENBOL (DÎHA) - Nivîskarê îlahiyatnas Îhsan Elîaçik têkîldarî tayînkirina qeyûman nirxandina "Bi tayînkirina qeyûman, betalkirina şaredariyan, xirakirina bajaran, koçberkirina mirovan, bi polîtîkayên zorê nikarin daxwaza azadiyê ya gelekî bi çewisînin" kir.
Ji Misilmanên Antîkapîtalîst nivîskar Îlsan Elîaçik û Berdevkê Misilmanên Antîkapîtalîst Muharrem Şaşkin û nivîskar Mehmet Lutfu Ozdemîr li hemberî tayînkirina qeyûman li şaredariyan nerazîbûn Nîşan dan. Nivîskar Îhsan Elîaçik, tayînkirina qeyûman, rakirina tabelayên bi kurdî, bi sirûdên mehterê ketina şaredariyan wekî bûyerên neaqilane nirxand. Elîaçik têkîldarî bûyerên diqewime wiha got: "Tiştekî bibe nîne. Ev yek dê yek bi yek hemû vegerin hikûmetê. Dê dema OHAL'ê bi dawî bibe. Ev rewşa pêkûtiyê bi dawî bibe. Cihan ji Sultan Suleyman re nemaye. Wisa daxwazên pêkûtiyan, hewldanên çewisandina dengê muxalefetê bêguman dê ji ciheke vegere."
'Berpirsyarê qeyûman dewlet e'
Elîaçik di berdewama nirxandina xwe de wiha got: "Bi tayînkirina qeyûman, betalkirina şaredariyan, xirakirina bajaran, koçberkirina mirovan, bi polîtîkayên zorê nikarin daxwaza azadiyê ya gelekî bi çewisînin" Elîaçik peyama ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan ve rê kir jî bi bîr xist û anî ziman ku berpirsyarê şer û qeyûmên li welat dewlet e.
'Pêkanînên nedemokratîk in'
Muharrem Şaşkin jî diyar kir ku ji peywirgirtina kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin li welatên ku hiqûq û demokrasî tuneye pêk tê û wiha berdewam kir: "Kesên ku bi dengên bi milyonan kesan hatine hilbijratin, şaredariyên ku dengên gel girtine bi hinceta OHAL'ê bêyî delîlên şenber, bêyî darizandin, bêyî biryara dadgehan tayînkirina qeyûman pêkanînekî nedemokratîk e."
Şaşkin anî ziman ku divê hemû kesên ku alîgirên heq û hiqûqê ne, xwedî wijdan in, ji xwe dibêjin mirov li hemberî vî pêkanîna nedemokratîk bisekinin. Şaşkin got ku ji ber ku dewlet destkeftiyên kurdan qebûl nake îradeya gel desteser dike, li welatê ku muxalefeta rêxistinkirî tuneye gelê kurd ê ku rêxistinkirî ye bi vî rengî hem li hundirê sînor hem jî li derveyî sînor tê xwestin bi operasyonan ve bên bêzarkirin. Şaşkin destnîşan kir ku divê hemû kes li hemberî tiştên ku tên kirin nerazîbûnê nîşan bide û wiha got: "Ji ber ku em Almanyaya Hîtler dijîn. Li Almanyaya Hîtler ewil komunîst, piştre cihû piştre jî sosyalîst tune kirin. Li welatê me jî ewil kurdan tune dikin. Bi hinceta FETO, kurdan, elewiyan, şoreşger û muxalîfan dibin. Divê hemû gel bibin yek li dijî pêkûtiyên serdestan. OHAL û darbeyê bisekinin."
'Qeyûm li dijî îradeya gel darbe ye'
Mehmet Lutfu Ozdemîr jî anî ziman ku qeyûm li dijî îradeya gel, li dijî jiyana ku bi piştevaniyê înşa kirine darbe ye ji ber vê yekê jî li hemberî qeyûman berxwedana hevpar pêwîst e. Ozdemîr wiha got: "Li hemberî me faşîzmekî har heye û roj bi roj xwe bi awayeke aşkera dide hîskirin. Ji bo ku ser rastiyan bigirin qeyûman tayîn dikin, mirovên ku muxalîf in davêjin girtîgehan. îşkenceyê li wan dikin, bi kuştinê tehdîd dikin. Qeyûm berdewama şer e. Dixwazim bibêjim ku qeyûm darbe ye, nedemokratîk in."
(sa)