DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Solîn û dayika xwe li dijî darbeyê li ber xwe didin

 
19 Îlon
09:02 2016

ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê mamosteya bi navê Rojbîn Kezban Barut a ji pewyira xwe hate durxistin bi keça xwe Solîn re di nobetê de ye û li ber xwe didin. Barut got ku ew ji bo zarok û xwendekarên xwe li ber xwe dide.

Li Êlihê mamoste û endamên Egîtîm Sen'ê li dijî kar dûrxistinê û ji bo karê wan îadeyî wan bê kirin li avahiya Egîtîm Sen'ê çalakiya wan a rûniştinê di roja 4'emîn de didome. Hin mamosteyên ji peywîrê hatin dûrxistin, bi zarokên xwe biçûk ve di çalakiyê de ne û balê dikişînin ser xwe. Mamoste û endamên Egîtîm Sen'ê yên Êlihê ku ji kar hatin dûrxistin li dijî bêhiqûqiya li ser wan pêk hat nerazîbûnên xwe dan nîşandan. Hevseroka Egîtîm Sena Êlihê Zelîfe Bulut anî ziman ku heta karê wan li wan bizivirîn in dê berxwedana xwe bidomîn in.

'Em dev ji ramanên azad bernedin'

Bulut destnîşan kir ku darbeya li dijî kedkarên perwerdehiyê bi girtina akademîsyenên ji bo aştiyê deng derxistin destpê kir û got ku polîtîkaya dewletê ya çewisandinê li dijî aliyên muxalîf ji kar girtina kedkarên perwerdehiyê didome. Bulut ji kar girtina kedkarên perwerdehiyê wek darbeyê bi nav kir û wiha got: "Em ên ku pêşerojê digîhînin. Ji ber vê yekê em bûn hedef û ji kar hatin girtin. Lê belê bila herkes baş dizanibe em ê dev ji ramanên xwe azad bernedin. Em ê parastina aşîtiyê bidomîn in."

'Em li dijî qetilkirinê jiyanê diparêzin'

Rêveberê Egîtîm Sen a Êlihê Hasan Demîr jî destnîşan kir ku ji ber ew li hember qetliyam û binpêkirina mafan ên li Kurdistanê bêdeng nemane bûne hedefa desthilatdariya AKP'ê û wiha axivî: "Kedkarên perwerdehiyê bi şiyara 'Li dijî şer aşitî, li dijî mirinê jiyanê diparêz in' li dijî mirinên sivîl derketin qadan. Mirov nikare li hember tiştên tên jiyîn bêdeng bimîne. Em ji bo demokrasî, aşitî û biratiya gelan derketin qadan. Dewlet helwesta li dijî aşitiyê bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî mamosteyan didomîne. Lê ew çi dikin bila bikin kes nikare me ji têkoşîna me ya aşitiyê dûr bixe."

'Parastina aşitiyê ne sûc e'

Mamosteya bi navê Rojbîn Kezban Barut a ku bi keça xwe biçûk Solîn re di berxwedanê de balê dikişîne ser xwe jî diyar kir ku ji bo xwendekar û zarokên xwe tevlî berxwedanê bûye. Barut da zanîn ku parastina aşîtiyê ne sûc e û wiha got: "Her ku biçe em ê aşitiyê biparêz in. Xwendekarên me bên kuştin em nikaribûn bêdeng bimana. Em ê sibê jî heta dawiyê aşitiyê biparêz in. Me mafê her kesekî li vî welatî dijî mafê jiyan û perwerdehiya wî/wê parastiye."

'Em ê bêdeng nemînin'

Barut herî dawî sedema beşdariya berxwedanê ya bi keça xwe re wiha vegot: "Xwendekarên min jî zarokên min in. Em mamoste zarokên xwe dixin plana duyemîn. Eger xwendekarê min ku ji Nisêbînê koçber dibe, dema derî lê dikeve xwe di bin maseyê de diveşêre ev derûnî travma ye. Em nikarin li hember vê yekê bêdeng bimînin. Tişta me kiriye jî em ê heta dawiyê li pey bin."

(dt-ozp/bg/sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN