DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tirkiye li qereqolên sînorê Efrînê Selefiyan bi cih dike

 
19 Îlon
09:02 2016

HATAY (DÎHA) - Rayedarên Tirkiye piştî Cerablus dagir kir, ji bo dagirkeriya bajarê El Babê li qereqolên ser sînorê Hatay û Efrînê endamên Selefî yên girêdayî OSO'yê bi cih dike. Çavkaniyên herêmî anî ziman ku di çavdêriya MÎT'ê de çekan dişînin ser sînor.

Artêşa Tirkiye piştî dagirkeriya Cerablûsê, bi hevkariya komên Ehrar El Şam, Sultan Murat, Nureddin Zengi û El Nusra yên rêxistinên selefî ku di nava Artêşa Sûriye ya Azad (OSO) di cih digire, ketiye nava hewldana dagirkeriya 98 kilometre qada ku heta Ezazê dirêj dibe. Artêşa Tirk ku bi hevkariya komên di nava OSO de cih digire hewl dide ku axa El Rai (Çobanbey) û El Babê jî dagir bike û amadekariyan dike. Ji bo vê yekê ji niha de komên di nava OSO de cih digire li qereqolên leşkerî yên ser sînore Êfrin û Hatayê bi cih dike.

Li ser sînorê Efrînê çi dibe?

Li ser sînorê navbera Efrin û Hatayê qereqolên Erol Çavuş, Degirmen Geçidî, Akbaba, Sakizli, Tahta Kopru, Kumlu û Îlhan Tepe bi giştî 7 qereqol hatine avakirin. Li gel qereqolan dîwarê beton jî hatiye danîn. Li pişt dîwarê ku wekî "Dîwarê şermê" tê bi navkirin jî kozik hatine kolan. Li gorî çavkaniyên herêmî piştî Tirkiye dîwarê şermê lêkir, ber bi Efrînê ve tunel kolan. Dîsa kuleyên çavdêriyê û êrîşan ava kirine. Seronserî sînorê Efrînê nokteyên kontrolê ava kirine. Hat zanîn ku kesî nêzî sînor nakin û fermana "Lê bide" daye leşkeran.

Nokteya stratejîk Girê Îlhanê ye

Di nava 7 qereqolan de jî Qereqola Girê Îlhan ku wekî qereqola stratejîk tê zanîn cih digire. Tê gotin ku her tişt li vir tê plankirin û organîzekirin. Hat zanîn ku tangên ji Îslahiye dişînin ser sînor û amûrên leşkerî li ser sînor bi cih dikin.

Endamên Selefî li qereqolên sînor bi cih dikin

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku endamên rêxistinên Selefî ku di nava OSO de cih digirin li qereqolên leşkerî bi cih dikin û amadekariya dagirkeryên nû dikin.
Çavkaniyên ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, destnîşan kir ku alav û amûrên leşkerî bi 6 dolmişên sergirtî di Rêya Bejayî ya D a navbera Dîlok -Antalya şandin sînorê Hassa-Êfrinê. Çavkaniyê diyar kir ku zêdeyî 10 pîkabên TOYOTA yên plakeya "G" bi konvoyekê wekî docka şandin ser sînor. Çavkaniyê destnîşan kir ku konvoya MİTê ji çavdêrî kirin. Hat zanîn ku dema maşîne li nokteyên kontrolê hatin rawestandin jî leşkerên li ser sînor silav dan û rê li pêş wan vekir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN