DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji dibistanên azad bangawaziya 'mamosteyên ji kar hatine dûrxistin bila bên cem me'

 
19 Îlon
09:01 2016

AMED (DÎHA) - Mamasteya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Leyla Bagatir banga "werin di dibistanên azad de xebatên xwe bikin" li mamosteyên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ji peywir hatin durxistin kir û got ku bila bên li dibistana wan xwendekaran perwerde bikin.

Beriya 3 salan li Amed, Gever û Cizîrê ji aliyê saziyên kurdan dibistanên bi zimanê kurdî perwerdehiyê didin vekiribûn. Di 3’emîn sala xwe de dibistanên azad amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê temam kirin û dê di 26 îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin. Mamosta Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Rezan a Amedê perwerdehiyê bi zimanê kurdî dide Leyla Bagatir anî ziman ku dê ew ji bo sala nû amaden e. Bagatir bang li mamosteyên girêdayî Egîtîm Sen'ê yên ku ji kar hatin durxistin û bi zimanê kurdî dikarin perwerdehiyê bidin kir ku di sala nû de berê xwe bidin dibistanên azad û li vir dest bi dersan bidin xwendekaran.

Dibistan ketin sala xwe ya 3’emîn

Bagatir destnîşan kir ku beriya 3 salan dibistana Ferzad Kemanger bi gelek zehmetiyan dane vekirin û wiha got: “Dibistana me ji di nava çend bajaran wekî herema pîlot hate bijartin û hat vekirin. Di salekê dawî de me gelek zehmetî kişand. Par polekî pêşdibistan, 4 polên yekemîn û 3 polên sêyemîn bi giştî 8 polên me hebûn.”

Malbat kom bi kom diçin qeydiyê çêdikin

Bagatir da zanîn ku heta niha 90 zarok li dibistanê hatine nivîsandin û wiha pê de çû: “Me ji ber derfetan xebatên nivîsandina zarokan ya li dibistanê nekir. Tevlî vê yekê jî malbat bi xwe tên û qeydên zarokên xwe li dibistanên azad çêdikin. Malbat dixwazin zarokên wan bi zimanên xwe perwerdehiyê bibînin. Heta niha 90 zarok li dibistana Ferzad Kemanger hatine nivîsîn. Cardin li dibistanên Aydin Erdem û Medenî Yildirim jî gelek malbatan zarokên xwe li dibistanan nivîsîne.” Bagatir diyar kir ku îsal ew ê 3 polên yekemîn û 2 polên pêşdibistan vekin û wiha got: “Em ê kontenjanên xwe tije bikin û yên dibistanên me yên din jî bidin tije kirin.”

‘Şagirtên me bêtir serkeftî ne’

Bagatir bilêv kir ku ew ê heta dawiya îlonê qeyda zarokan ya li dibistanê qebûl bikin û wiha pê de çû: “Em ji perwerdehiya xwe re dibêjin perwerdehiya alternatîf. Em perwerdehiya bêpere diparêzin û bi vê re, hemû amûrên hewcedariya şagirtekî pê hebe em ji şagirtên xwe re tînin. Cardin zarokên ku li dibistana me dixwînin bi wesayitan ji ber deriyên xwe tên rahiştin û caridin em wan datînin ber deriyên malên wan. Zarokên me ji bo ku bi zimanên dayika xwe perwerdehiyê dibînin pir jêhatî ne. Niha azmûn di navbera şagirtên me û yên pergalê de were kirin dê zarokên me ji şagirtên li pergalê perwerdehiyê dibînin jêhatîtir derkevin.”

‘Ji bo pêşerojê amadekariyên me hene’

Bagatir bersiv da pirsa malbatan a “Dê pêşeroja zarokên me çawa be?” û wiha axivî: “Niha ji bo şagirtên me amadekariyên vekirina dibistana navîn berdewam dike. Cardin Weqfa Mezopotamya ji bo vekirina zanîngehê di nava hewildanê de ne. Dewlet dixwaze vê yekê asteng bike lê gelek pêşketin hatine girtin.”

Bang li mamosteyên ji kar hatin avêtin hat kirin

Bagatir bal kişand ser peywirgirtina mamosteyên Egîtîm Sen’ê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tê dîtin ku xwedina di nav pergalê de bêwateye. Ji bo vê yekê divê gel alternatîfên xwe ava bike ku li ser piyan bisekine. Di nava wan mamosteyên ji kar hatine girtin de gelek mamosteyên ku dikarin bi zimanê kurdî perwerdehiyê bidin jî heye. Banga min li wan heye ku ew mamoste dê hew di mamostetiya pergalê de israr bikin û werin di dibistanên azad de xebatên xwe bikin. Em ê ji bo wan polan vekin û dê hem perwerdehî were dayîn û hem jî dibistanên me dê hîn xurttir bibin. Em bang li gelê xwe dikin ku roja 26’ê mehê werin tevlî destpêkirina perwerdehiya sala nû ya dibistana me bibin.”

(mo-ua/bg/sa)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN