DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hingivên hilberandin dest bi firotinê kirin

 
19 Îlon
09:00 2016

AMED (DÎHA) - Welatiyên ku li çiyayên bilind ê Pasûrê mêşvaniyê dikin, kewar vekirin û hingivên ku bi dest distin digihînin kiriyaran. Welatiyê bi navê Selahattîn Gunduz diyar kir ku kewarên wan gelek caran rastî êrîşan tê û wiha axivî: "Hingivên ku li herêma ku di warê nebatan de dewlemend e tê hilberandin xwezayî ye. Em hingivê xwe wekî derman dikirin."

Li taxa Eskarê ya navçeya Pasûra Amedê di warê florayê de dewlemend e, çiyayên bilind hene. Ev tax ji bo mêşvaniyê guncaw e lê ji ber hin şertan mêşvanî zehmet e jîb Welatiyên ku mêşvaniyê dikin, li cihên ku kewarên wan hene bi şev û roj li dijî çûkên mêşan, mêşên din û hirçan mecbûr in nobetê bigirin.

Yek ji welatiyên ku taxê mêşvaniyê dike Selahattîn Guhduz (66) ê ku di 1993'yan de mecbûr ma gundê xwe biterikîne ye. Gunduz diyar kir ku ji ber koçberiya mecbûrî di 1993-2004'an de li hin navçeyan mexdûr bûn, di 2004'an de jî vegeriya gundên xwe. Gunduz bilêv kir ku ji ber ku li gund rê û pire tuneye tenê 15 mal li gund hene û wiha berdewam kir: "Li gund ên mane jî em kal û pîr mane. Em vegeriyan û gihîştin ax û malên xwe yên hatine xirakirin. Li şûna malên xwe yên hatine xirakirin me bi lez û bez mal çêkir. Baxçe û rezên xwe çand. Ez jî ji 2006'an heta niha pîşeya bavê xwe mêşvaniyê dikim."

'Me kewarên saxlem xwest lê nedan'

Gunduz ê ku niha 70 kewarên wî hene diyar kir ku şertên zivistanê wan dide zorê, ziviztanê ji ber ku gelek sar e gelek mêşên wan dimirin. Gunduz got ku ji Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê kewarên saxlem ên ji b zivistanê xwestine lê encamek negirtine.

'Kewarên me rastî êrîşê tê'

Gunduz destnîşan kir ku wan kewarên xwe temîr kirine lê bi hin xetereyan re rû bi rû dimînin. Gunduz wiha got: "Niha çûkên mêşan, mêşên din û hirç êrîşî kewarên me dikin. Ev jî hejmara mêşên me kêm dike. Dîsa dema ku havînê hirç êrîş dikin, kewaran parçe dikin, davêjin çem û zirarê didin. Zivistanê jî kûzîk êrîşî kewaran dikin. Ji ber vê yekê em her tim nobetê digirin."

'Hingivê me xwezayî ye'

Gunduz da zanîn ku li herêmê nebatên dewlemend hene, mêş ji kulîlkên nebatan toza kulîlkan kom dikin û hingiv çêdikin. Gunduz herî dawî wiha axivî: "Herêma ku em lê dijîn di warê nebatan de gelek dewlemend e. Ji ber vê yekê hingivê me jî li gelek cihan tuneye û hilberîna wî jî zehmet e. Me kewarên xwe vekir, hingivên xwe kom dikin. Em di her kewarê de 2-3 kîlo hingiv digirin. Ên ku hingivê me dikirin wekî derman dikirin. Di hingivê me de tiştekî din tuneye û xwezayî ye. Em kîloya hingiv 150-200 TL'î difiroşin. Kiriyarên me diyar in. Ewil ji me dixwazin em jî li gorî rewşa hingiv didin wan."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN