ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Mamasteya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Leyla Bagatir banga "werin di dibistanên azad de xebatên xwe bikin" li mamosteyên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ji peywir hatin durxistin kir û got ku bila bên li dibistana wan xwendekaran perwerde bikin. BI DÎMEN E
* Rayedarên Tirkiye piştî Cerablus dagir kir, ji bo dagirkeriya bajarê El Babê li qereqolên ser sînorê Hatay û Efrînê endamên Selefî yên girêdayî OSO'yê bi cih dike. Çavkaniyên herêmî anî ziman ku di çavdêriya MÎT'ê de çekan dişînin ser sînor.
* Li Êlihê mamosteya bi navê Rojbîn Kezban Barut a ji pewyira xwe hate durxistin bi keça xwe Solîn re di nobetê de ye û li ber xwe didin. Barut got ku ew ji bo zarok û xwendekarên xwe li ber xwe dide. BI DÎMEN E
* Nivîskarê îlahiyatnas Îhsan Elîaçik têkîldarî tayînkirina qeyûman nirxandina "Bi tayînkirina qeyûman, betalkirina şaredariyan, xirakirina bajaran, koçberkirina mirovan, bi polîtîkayên zorê nikarin daxwaza azadiyê ya gelekî bi çewisînin" kir.
* Derket holê ku li Silopiya 4 welatiyên ji malbata Elma di bin çavan de rastî îşkenceyên giran a leşkerên Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê hatine.
* Zarokên cizîrî naxwazin biçin dibistanên dewletê yên ku bûne qereqol û dibistanên xwe yên kurdî ku beriya qedexeyê hatin girtin dixwazin. Malbat jî perwerdehiya kurdî dixwazin.
* Doza Temel Demîrer, Mahmut Konuk, Perîhan Polat, Sîbel Ozbudun û Ercan Îpekçî yên ku ji ber piştgirî dan mamosteya bi navê Ayşe Çelîk a di bernameyeke televîzyonekî de bal kişandibû li ser mirinên zarokan ên li bajarêr Kurdistanê rastî lêpirsînê hat dê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a
Enqereyê bê dîtin. (14.55)
* Doza Ethem Sarisuluk ê dema bûyerên berxwedana Geziyê de li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatibû qatilkirin dê li Edliyeya Aksarayê bê dîtin. (10.00)
* Doza biryarê ya herî mezan a xwazeyê ku ji bo l Cerattepeya zozana Kafkasora Artvînê ji bo pêkanîna rapora êrênî ku ÇED'ê ya ku Wezareka Bajarvanî û Hawirdorê dabû bê rawestandin û bê betalkirin dê li Dadgeha Îdareyê ya Rîzeyê bê dîtin. (09.00)
"Nobeta azadiyê" ya ji bo Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, endamên Lijneya Şewirmendiya Waşenê Asli Erdogan û Necmiye Alpay li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin didome. (16.00) BI DÎMEN E
* Egîtîm Ser dê ji bo şermezarkirina peywirgirtina mamosteyên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve peywirên xwe hatin durxistin li ber avahiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Stenbolê bê şermezarkirin. (15.30) BI DÎMEN E *Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen dê li Dersimê daxuyaniyê bide.
* Dê li gelek bajarên Kurdistanê xebatkarên şaredariyan li dijî tayînkirina qeyûman dev ji kar berdin û çalakî li dar bixin. (11.00-13.00) BI DÎMEN E
* Li Êlihê bi pêşengiya KCD, KJA, DBP û HDP'ê ve bi şîara "Em ê bajarê xwe jî, xwe jî bi rêve bibin" li dijî tayînkirina qeyûman li ber Nexweşxaneya Farabîm mîtîngê li der bixe. (16.00)
POLÎTÎKA
* Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Musa Çam têkîldarî tayînkirina qeyûman diyar kir ku di dema darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an da jî qeyûm nehatine tayînkirin û şaredarên bi dengê gel ji peywirê durxistin li dijî îradeya gel darbe ye. Çam bang li gelên Tirkiyeyê jî kir xwest xwedî li şaredarên ji peywir hatine durxistin derkevin.
JÎNGEHA KEDÊ
* Welatiyên ku li çiyayên bilind ê Pasûrê mêşvaniyê dikin, kewar vekirin û hingivên ku bi dest distin digihînin kiriyaran. Welatiyê bi navê Selahattîn Gunduz diyar kir ku kewarên wan gelek caran rastî êrîşan tê û wiha axivî: "Hingivên ku li herêma ku di warê nebatan de dewlemend e tê hilberandin xwezayî ye. Em hingivê xwe wekî derman dikirin." BI DÎMEN E