DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Şemzînanê gelek ambûlans çûn herêma şer

18 Îlon
21:02 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li çoltara gundê Dêman a Şemzînanê ku qedexeya derketina kolanan lê heye ji ber şerê giran gelek ambûlans ber bi herêmê çûn. Li gundê qedexekirî yên Geverê jî operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê piştî 15’ê mehê qedexeya derketina kolanan a li gundên Tûyê, Dêman, Tîsê û Meleviya hat îlankirin şerê dest pê kiribû berdewam dikin. Bi taybetî şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de destpêkiriye li çoltera gundê Dêmanê dijwar bûye. Herêm bi helîkopteran gelek caran tê bombebarankirin û qereqolên derdorê jî herêmê topbaran dike. Li herêmê hemû amûrên ragihandinê qut bûne û hat dîtin ku gelek ambûlans danê êvarê ber bi Qereqola Dûrakê ya nêzîkê hêrêmê ye.

Li Geverê operasyona leşkerî

Her wiha, li gundên Qadyab, Kerpêl, Dêlezê, taxên girêdayî gundan Kalemli, Mamak, Bakirlî û gundikê Binqesrê yên navçeya Geverê jî piştî qedexe hat îlankirin operasyona leşkerî hat destpêkirin. Ketin û derketina herêma gundan ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin 3u hat zanîn ku gelek cerdevan jî beşdarî operasyonê dibin. Dîsa helîkopterên ji navenda Geverê rabûn jî ber bi herêmê çûn.

(kom/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN