Cenazeyê Tarik Akan hate definkirin
18 Îlon
18:36
2016
STENBOL (DÎHA) - Cenazeyê hunermend Tarik Akan li Goristana Zuhurat Baba ya Bakirkoyê hat definkirin.
Ji bo hunermend Tarik Akan ê ku ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest dabû li Dika Muhsîn Ertugrul merasîma cenaze hat lidarxistin. Di merasîmê de dirûşma "Ne hunermendê Qesrê hunermendê gel" hat berzikirin. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û bi hezaran hezkiriyên wî tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî merasîma cenaze ya li Dika Muhsîn Ertugrul cenazeyê Akan anîn mizgefta Teşvikiyeyê û li vir piştî wecîbeyên olî cenaze li Goristana Zuhurat Baba ya Bakirkoyê hat definkirin.
(sa)