DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Ji bo aştiyê tecrîda li ser Ocalan rakin'

 
18 Îlon
18:12 2016

MANÎSA (DÎHA) - Rexistina HDP'ê ya Manîsayê tayînkirina qeyûma Şaredariyên DBP'ê şemezar kir. Rêveberiya HDP'ê diyar kir ku ji bo li Tirkiye aştî pêş bikeve divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Rêxistinên HDP'ê yên Manîsaya û Navçeya Yusun Emre, bi boneya tayînkirina qeyûma Şaredariyên DBP'ê şermezar bike li ber avahiya HDP'ê ya Yunus Emre daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistinên HDP'ê tayînkirina qeyûmê ya Şaredariyên DBP'ê şemezar kir. Di daxuyaniyê de Hevserokên HDP'ê yên Manîsayê Ahmet Ertaş û Bîrgul Sagsoz, Hevserokên HDP'a Yunus Emre Ferit Vural û Herdem Yildiz gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP'a Manîsaye Ahmet Ertaş daxuyanî xwend û diyar kir ku şerê li Tirkiye gelan tîme hemberî hev û ji aştiyê dûr dixe. Ertaş, da zanîn ku partiya li Tirkiye ji sedî 50 deng girtiye nikare biriya hilbijartinê şaredariyan bi dest bixe bi riya zorê û qeyûman ji destê gel digire û ev yek di tu hiqûq û zagonan de tuneye. Ertaş, destnîşan kir ku wan tu carî tundî û zext esas negirtiye û her dem vîna gel esas girtiye.

Ertaş bang li gel kir û xwest li dijî van pêkanînên dijhiqûqî her kes dengê xwe bilind bike. Ertaş herî dawî wiha got: "Em wekî partî dê her dem li vîna xwe xwedî derkevin. Disa ji bo aştî pêş bikeve û pirsgirêk çareser bibe divê berî her tiştî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û zextên li ser Ocalan rabe."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN