DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di nava 10 salan de mehkûmyeta zarokan sedî 177 zêde bû

18 Îlon
16:38 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekîlê CHP'ê Necatî Yilmaz bal kişand ser mehkûmyeta zarokan û aşkera kir ku di nava 10 salan de mehkûmyeta zarokan sedî 177 zêde bûye, der barê vê mijarê de pirs ji Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim kir.

Wekîlê CHP'ê yê Enqereyê Necatî Yildirim, mijara mehkûmyeta zarokan bir meclisê. Ji bo Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim bibersivîne pirsnûme kir û destnîşan kir ku di nava 10 salan de li welat mehkûmyeta zarokan gelekî zêde bûye û ev rêje bûye sedî 177.

Di nava 10 salan de hejmara zarokên girtin 18 hezar derket 52 hezaran

Li gorî daneyên Midûryeta Giştî ya Îstixbarat û Sicîlên Edlî, zarokên der barê wan de biryara mehkûmyetê hatiye dayîn, ji sala 2005'an 18 hezar 859'an, di sala 2015'an de ev rêje derketiye 52 hezar 314'an.

Der barê zarokên biyanî de...

Yilmaz di vê der barê de jî ev agahî da: "Ji vana 14 hezar 122 cezayê girtîgehê girtiye, 3 hezar 854 jî cezayê girtîgehê girtiye, lê sûcên wan hatiye paşve xistin. Di nava 10 salan de zarokên ceza girtine, hejmara wan 34 qatî zêde bûye. Zarokên cezayê mehkûmyetê girtine sedî 46'ên wan di navbera temenê 12-15 salî de, sedî 52 temenê wan 15-18 ye. Di sala 2015'an de der barê 638 zarokên biyanî de jî cezayê mehkûmyetê hat dayîn."

Yilmaz, ji bo Serokwezîr Yildirim bibersivîne pêşnûmepirs jî kir.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN