Girtiyê li ber mirinê hat berdan li derve jiyana xwe ji dest da

18 Îlon
16:21
2016
RIHA (DÎHA) - Murat Ekîn ê 21 sal girtî ma û li girtîgehê nexweş ket, piştî hat berdan li Suleymaniyê jiyana xwe ji dest da.
Murat Ekîn ê 21 salan li girtîgehên Tirkiye ma, di sala 2014'an de ji ber nexweşiya pençeşêrê li Girtîgeha Sîncanê serbest hat berdan. Murat Ekin ê bi nexweşiya pençeşêrê ket, ji bo tedawiyê çû Silêmaniyê. Ekîn ku 21 sal girtî ma, li Silêmanyê jiyana xwe ji dest da. Ekîn, li Silêmaniyê bi merasimekê hat definkirin.
(mae)