DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Wênekêş danî quncikê sersaxiya kurê xwe

 
18 Îlon
15:30 2016

STENBOL (DÎHA) - Dayika endamê YPS'ê Alî Aydemir (Serdem Wedat) di sersaxiya kurê xwe ya li Stenbolê de wênekêş danî quncikê sersaxiyê û got: "Kurê min dixwest bibe rojnameger."

Li Komeleya Xursiyên Qosera Mêrdînê ya li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê, ji bo endamê YPS'ê Alî Aydemîr (Serdem Wedat) ku li gel 7 hevalên xwe di 12'ê Tebaxê de li navçeya Nisêbînê jiyana xwe ji dest da, sersaxî hat qebûlkirin. Sersaxî di pêşengiya YAKAY-DER'ê de hat qebûlkirin. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û rêveberên saziyên civakî komele ziyaret kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Di komeleyê de ji bo Aydemir quncik hat veqetandin û li vî quncîkî wêneyê Aydemîr hat danîn. Dayika Aydemir wênekêş danî quncik û got "Kurê min dixwest bibe rojnameger." Ji bo Aydemîr sînevîzyon hat nîşandan. Di pêşandina sînevîzyonê de demêm hestiyar pêş ket.

Heviya min têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest didin'

Wekîla HDP'ê Huda Kaya diyar kir ku kesên di dêkoşîna heq de ji bo aştî, hezkirin, edalet û azaiyê têdikoşin û jiyana xwe ji dest didin şehîd in û wiha got: "Dema sax bin û jiyana xwe ji dest didin jî ji ber ku bi têkoşîna xwe mirovan dikin şahidê têkoşînê têkoşîna wan mafdar e. Di vê pêvajoya dijwar de ya heviyê dide wan ev kesên ku di ber xwe didin û jiyana xwe ji dest didin e. Di dawiya vê rêyê de ronahiyek pir geş heye. Di dawiya vê rêyê de hezkirin, maf, edalet û azadî heye. Yên jiyana xwe ji dest didin ji ber vê baweriyê têdikoşin."

Piştî axaftinê bi mewlûd û duayan sersaxî bi dawî bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN