DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bijartiyên kurd: Li şaredariyên xwe xwedî derkevin

 
18 Îlon
13:51 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Wekîl, Hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan û xebatkarên şaredariyên DBP'ê dê sibê li dijî tayînkirina qeyûman derkevin kolanan. Bijartiyên kurd bang li gel kirin û xwest her kes li vîna xwe xwedî derkevin.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 11'ê Îlonê de qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'ê kir. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyan ên DBP'ê amadekariya ku sibê derkevin kolanan û bertekên xwe bînin ziman dikin. 11 hevşaredarên ku qeyûm tayînî şaredariyên wan kirin bertekên xwe anîn ziman û bang li gel kirin ku li şaredariyên xwe xwedî derkevin.

'Qeyûm sedema şer e'

Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel diyar kir ku qeyûm sedema şer e û wiha got: "Qeyûm li dijî vîna jinê û vîna gel hişmendiya zilam e. Bi hişmendiya zilam şaredarî dagir kirin. Em dê bigelê xwe re li dijî vê yekê têbikoşin. Em jî qebûl nakin û gel jî xebûl nake. Em dê qebûl nekin jî.

'Bila gel derkevin kolanan'

Hevşaredarê Qelqelîyê Cafer Seven jî anî ziman ku hikûmetê şaredariyên wan desteser kirin û şaredarî bi tîmên taybet dorpêç kirien. Seven, bang li gel kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li şaredariyên xwe xwedî derkevin. Bila derkevin kolanan. AKP'ê mafê me desteser kiriye. Lê em vê yekê qebûl nakin.

'Şaredariyên em bidin qeyûmê tune'

Hevşaredara Artemêtan Nurhayat Çelik jî anî ziman ku ew dê li ser daxwazên gel tev bigerin û wiha got: "Li welatê demokratîk bijartî bi hilbijartinê tên û bi hibijartinê diçin. Ger ku bi xwe bawerin bila hilbijartina pêşwext çêkin. Şaredariyên me yên em bidin qeyûmê tune ye. Gelê me dê li xebat û şaredariyên xwe xwedî derkevin. Em bi hêza gel bawerin.


'Gel vê zilmê qebûl nake'

Wekîla Hevşaredara Erdîşê Guler Avci jî anî ziman ku yek personelên wan jî dê neçe kar û gel dê vê zilmê qebûl neke. Avci, anî ziman ku ew dê li ser kar û peywira xwe bin û wiha got: "Ev şaredarî ya gel e û dê her daîm ya gel be."

'Em dê dest ji kar berdin'

Hevşaredara Qulpê Neşegul Can jî anî ziman ku ew qeyûmê nas nakin û dê neçin ser kar. Can, ji gel xwest ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikni û wiha got: "Mirovên piştî 15'ê Tîrmehê ji bo nobeta demokrasiyê daketin kolanan divê dîsa li dijî qeyûman jî dakevin kolanan û nobeta demokrasiyê bigirin. Em bang li gelê xwe dikin ku li pêş şaredariyên xwe kom bibin."

'Em dê têkoşîna xe berdewam bikin'

Hevşaredarê Xweşxeberê Halis Taşdemîr jî anî ziman ku vîna gel hatiye desteserkirin û ew dê li dijî vê neheqî û zilmê têkoşîna xwe berdewam bikin.


'Emê di ber xwe bidin'

Hevşaredarê Dihê Îdris Yildirim jî anî ziman ku qeqûm desteserkirina vîna gel e û wiha got: "Gel vê yekê qebûl nake. Em û gelê xwe dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê di qada hiqûqê de jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê gelê me jî li vîn û dengê xwe xwedî derkevin."

'Gel xwedî bertek e'

Hevşaredarê Kopê Arafat Kardagi anî ziman ku bertekên gel pir zêde ne û wiha got. "Em teqez vê zilm û destdeserkirinê qebûl nakin. Em dê bi gelê xwe re li dîji vê zilmê têbikoşin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiya me ya sibêbibe.

'Şaredarî malên gel in'

Wekîla Hevşaredarên Farqînê Zuhal Tekiner jî anî ziman ku ew li ser peyvira xwe ne û di nava gel dene û wiha got: "Em gelê xwe ziyaret dikin û bi gelê xwe re niqaş dikin. Em dê bigel re têbikoşin. Gel li dijî qeyûmê xwedî bertekên zêde ne. Şaredarî malê gel e. Gel malê xwe ji qeyûmê re nahêle."

'Em banga berxwedanê dikin'

Wekîlê Hevşaredarên Pirsûsê Halîl Akbaş jî bang li gel kir ku li dijî biryara Qeyûmê tev li berxwedanê bibin û wiha got: "Em dê bisê bi gelê xwe re li dora şaredariya xwe bibin xelek û em qeyûmê nas nakin. Em bang li gelê xwe dikin ku li şaredariyê xwedî derkevin.

'Em bi hilbijartinê hatin em dê bi hilbijartinê biçin'

Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim jî anî ziman ku 8 rojin çalakiya rûniştinê didome û wiha got: "Şaredarî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dagirkirin. Hemû malê gel ji aliyê polîs û AKP'ê ve tê bikar anîn. Me di ber xwe da em dê di ber xwe bidin. Em bi hilbijartinê hatin em dê bi hilbijartinê biçin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN