Ji hêla kesên bi rûpoş ve hat kuştin
AMED (DÎHA) - Welatiyê bi navê Alattîn Çelîk (50) dema li Zozanên Şene pezê xwe diçêrand, ji hêla 2 kesên bi rûpoş ve hat kuştin.
Welatiyê bi navê Alattîn Çelîk dema li Zozanê Şene ya navçeya Pasûra Amedê pezê xwe diçêrand, di saetên êvarê de li konê xwe bi hevjîna xwe re rûniştibûn. 2 kesên bi ser kon de girt êrîşî welatiyan kir. Hat diyarkirin ku kesên mijara gotinê destpêkê ronahiya lampa destan dane çavê wan û gule li Çelîk reşandine.
Çelîkê bû hedefa guleyan, li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Çelîk ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Der barê buyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û kesên êrîş pêk anîne lêgerîna wan berdewam dike.
(ms)