Li Colêmergê 10 kes serbest hatin berdan
COLEMÊRG (DÎHA) - 10 kesên li Colemêrgê dema di greva birçîbûnê de bûn, hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Gelek welatiyên ji bo şermezar kirina qeyûmên li dijî şaredariyên DBP'ê di avahiya DBP'a Colemêrgê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, di serdagirtina 15'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan.
Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Ferît Yildiz, alîkarê hevserokên DBP'a bajêr Hakan Abî, rêveberê HDP'a bajêr Îshak Kahraman, Abdullah Taş, Rukiye Temel, Fehîde Çelîk, Salih Demîr, Gulîzar Demîr, Gulistan Yildiz û berdevkê DÎSK'ê yê Colemêrgê Cîhan Kahraman piştî îfadeyên wan li Midûryeta Polîsan a Bajêr hatin girtin serbest hatin berdan, Endamê Rêveberiya Meclisa DBP'ê Emrullah Bîngol û Endamê Meclisa Partiyê Metîn Kutaz, Serokwekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz û Şaban Alkan, rêvebera DBP'a bajêr Sînem Duran, Serokê Şaxa MEYA DER'ê Selîm Kaya, Hevserokê HDP'a navçeya navendî Emîne Armut, Rêveberê HDP'a bajêr Sefer Berk, Alîkarê Hevşaredar Mikaîl Erdal hêj karûbarên îfadeya wan li midûryetê berdewam dike.
Duh jî 4 kes serbest hatibûn berdan.
(ms)