Polîsên ji stranên kurdî aciz bûn bi ser dawetê de girtin
MÊRSÎN (DÎHA) - Polîsên Mêrsînê yên stran û cilên kurdî tehamul nekirin, şevê din bi ser dawetê de girtin û bi bombeyên gazê êrîşî berbûyên dawletê kirin û belav kirin.
Malbata kurd şevê din li taxa Demîrtaş a Navçeya Toroslar a Mêrsînê li kolanê dawet lidarxist û govend gerandin. Malbata ku li taxê dawet pêk anî, rastî eleweyek mezin hat. Lê polîsên Mêrsînê ku stranên kurdî û cilên kurdî tehamul nekirin, bi bombeyên gazê êrîşî berbûyên dawetê girin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş pêk anî û hewl da berbûyên dawetê belav bike. Bavê zava Maruf Dundar bertek nîşanî êrîşa polîsan da û wiha got: "Polîs hatin kolanê û got "Hûn nikarin stranên kurdî bistrên. Yên cilên kurdî li xwe kirine me dê wan bibin midûriyeta polîsan. Piştî min got ez wan teslîmî we nakin. Piştî min bertek nîşanî wan da polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî berbûyan kir û dawet belav kir. Êdî şahî bû qada xer. Dawet xera bû. Ji ber bombeyên gazê zarok ketin bin bandora neyînî.
Em dê êvarî dîsa daweta xwe pêk bînin.
(mae)