DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Piştevaniyên Ozgur Gundemê derdikevin pêşberî dadgehê

 
18 Îlon
12:05 2016

STENBOL (DÎHA) - Rojnamegerên bi armanca piştgiriyê bidin, beşdarî "Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê" bûn di 20'ê Îlonê de derdikevin pêşberî dadgehê. Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan, bang li her kesî kirin ku di 20'e Îlonê de li ber dadgehêkom bibin û xwestin rojnamegerên girtî serbest bên berdan.

Rojnameger û nivîskarên ku beşdardî "Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê" bûn û der barê wan de doz hat vekirin dê rûniştina doza wan di 20'ê Îlonê de li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê bê dîtin. Di rûniştina yekem de dê Rojnameger Ayşe Duzkan û Ragip Duran ku serbest tên darizandin beşdarî rûniştinê bibin. Rojnamegerên girtî Înan Kizilkaya dê beşdarî hemû rûniştinan bibe.

Êrîşên li ser çapemeniya azad didome


Hevserokê Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Hakki Boltan, diyar kir ku zext û êrîşên li ser çapemeniya azad didomin û wiha got: "Bi taybetî zext û êrîşên li ser Rojnameya Ozgur Gundemê bê navber zêde bûn û berdewam kirin. Herî dawî rojname girtin. Niha jî li dijî rojnamegerên piştgirî dan êrîş û zext berdewam dikin. Doza Gerînendeyên nobedar ên piştevaniya Ozgur Gundemê kirin dê di 20'ê Îlonê de bê dîtin. Em bang li her kesî dikin ku li ber Edliyê kom bibin û piştgiriyê bidin rojnamegeran. Divê hemû akademîsyen, nivîskar, rojnameger hevalên me yên bên darizandin bi tenê nehêlin."

Rûniştina Duzkan û Duran dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê saet di 10:30'an de bê dîtin. Berî rûniştinê Gerînendeyên Nobedar dê saet di 09.00'an de li ber edliyê daxuyaniye bidin çapemeniyê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN