Dîcle Anter: Çeka Apê Musa pênûsa wî bû
OZGUR PAKSOY/ DEVRAN TOPTAŞ
AMED (DÎHA) - Di 24'emîn salvegera qetilkirina zanyarê kurd Apê Musa de, kurê wî Dîcle Anter behsa bavê xwe kir û anî ziman ku çeka Apê Musa pênûsa wî bû û got ku Apê Musa ji ber ku pênûsa xwe di kewara hinekan re kiriye hat qetilkirin.
Li ser qetilkirina zanyarê kurd Musa Anter (Apê Musa) 24 sal derbas bû. Apê Musa di 20’ê Îlona 1992’yan de li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji hêla JÎTEM'ê ve hat qetilkirin. Kurê Apê Musa Dîcle Anter di salvegera 24'emîn ya qetilkirina bavê xwe deriyên xwe ji me re vekir û di avahiya ku pirtûkên bavê xwe di pirtûkxaneya xwe de rêz kiriye de, behsa serpêhatiya bavê xwe kir.
Anter li ser maseya ku pirtûka Apê Musa ya "Bîranînên min (Hatiralarim)" dest bi vegotina jiyana Apê Musa dike. Neviya Apê Musa keça Dîcle Anter a bi navê Asîwa bi pirtûkên Apê Musa dest bi xwendinê kiriye û xwe bi pirtûkên bapîrê xwe fêrî xwendinê dike. Asîwa jî bi xeyalên bûyîna "Generalek Biçûk" ya Apê Musa şîn dibe û ew jî wekî hemû kedkarên çapmeniya azad, Apê Musa ji bavê xwe guhdar dike.
‘Ma xwedê êdî ne bes e lo’
Dîcle Anter, di 24'emîn salvegera qetilkirina bavê xwe de bi gotina wî ya piştî komkujiya Newala Qesaba ya “Ma xwedê êdî bese lo” dest bi axaftina xwe kir û got ku li ser qetilkirina Apê Musa re 24 sal derbas bû lê her sal nirxê Apê Musa di nav civakê de zêde dibe. Anter gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li ser Apê Musa ya “Min çi kiriye di riya aştiyê ya Apê Musa de kiriye” bi bîr xist û di axaftinên xwe de behsa têkoşîna Apê Musa ya di riya aştî û demokrasiyê de daye kir.
‘Bi felsefeya jiyana Apê Musa me xwe nas kir’
Anter bal kişand ser serpêhatiya Apê Musa û wiha pê de çû: “Ji ber sirgûnkirinên dewletê û girtinên bavê min, me jiyanek dem dirêj bi hevre derbas nekir. Li gel van kiryarên dewletê jî jiyana me bi bavê me re bû. Ji ber ku Apê Musa ne bavê me bû, rêhevalê me bû. Fêmkirina jiyana Apê Musa ji me bextewarî bû. Em zarokên Apê Musa baş dikarin jiyana wî vebêjin. Bi felsefeya jiyana Apê Musa me xwe nas kir. Ji ber vê yekê hewl didin ku bibin laîqê Apê Musa.”
‘Musa Anter li dijî dewleta hov pênûsa xwe xebitand'
Anter anî ziman ku Apê Musa ji ber xebatên xwe ya li ser têkoşîna azadiya gelê kurd her tim bûye hedefa dewletê û wiha berdewam kir: “Ji ber ku bavê min darikê xwe li kewara mêşan a hinekan re kir hat qetilkirin. Bavê min kurdek netewperwer bû lê ne nijadperest bû. Dewlet bavê min ji tirkan re xayîn, ji gelê kurd re jî wekî komunîst nîşan dida. Ji ber nêzîkbûna dewletê ya li hemberî gelê kurd bavê min hat qetilkirin. Çeka wî tûne bû, çeka wî pênûsa wî bû. Hevalên wî ji digotin, ‘Musa wekî guleyên topê penûsa xwe li hemberî dewleta hov bikar tîne.' Musa Anter ji rastiyan tawîz neda.”
‘Pêvajoya şer rewşa doza Apê Musa guhert'
Anter bal kişand ser doza Musa Anter ku di 3’yê Nîsana 2009’an ji nû ve hat dîtin û got doza Musa Anter bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re hat guhertin û axaftina xwe wiha domand: “Îro roj rewşa dozê dîsa veguherî. Bi dawî kirina pêvajoya çareseriyê re hiquq jî ji holê hat rakirin. Kadroyên berê dîsa hatin ser kar. Îfadeyên îtîrafkaran jî hat guhertin. Lê em dev ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernadin. Dibe ku ev doz dawî nebe jî. Hemû kes hiqûqa Tirkiyeyê baş dizane. Welatê ku Serokomar û Serokwezîr makezagonê nas nake, hiqûq dê çawa bê bikar anîn.”
‘Generalên Biçûk pênûsa Apê Musa ji erdê rakirin’
Anter da zanîn ku kevneşopiya çapemeniya azad ji nivîsandina rastiyan tê û ev tişt got: “Kevneşopiya çapemeniya azad ji zimanê gel nivîsandina rastiyan e. Ew rastî nivîsandin azadiye. Rast û dirust, rexne û rexne dayîn azadiye. Musa Anter jî serkêşê vê kevneşopiyê bû. Pêyama Apê Musa jî ev e û azadiya ramanê ye. Generalên Biçûk yên Apê Musa jî ji vir pênûsê ji erdê rakirin û bilind kirin.”
‘Kesên dest dide Ozgur Gundemê dişewite’
Anter bi lêv kir ku bi êrîş û zordestiyên li ser çapemeniya azad re der barê wî de jî bi hinceta Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê kir doz hatiye vekirin û wiha got: "Kevneşopiya çapemeniya azad û Generalên Biçûk yên Apê Musa her tim bûne hedef. Yê ku dest dide Rojnameya Ozgur Gundem dişewite. Gerînendetiya Ozgur Gundemê kirin mafê min e û deynê min e. Hek ez di rojnameya bavê xwe de peywîra xwe bicîh neynim ji min re heqaret e. Ji ber vê yekê der barê min de bi hinceta ‘Alîkarî daye rêxistinê’ doz hatiye vekirin. Vê demê ev jî nîşan dide ku min peywirek baş kiriye. Ji min re rûmet e. Em ê kevneşopiya çapemeniya azad ya Apê Musa ku ji me re mîras hiştiye bidomînin.”
‘Kes nikare çapemeniya azad bêzar bike'
Anter herî dawî destnîşan kir ku êrîş û zordestiya demên dawî ya li ser çapemeniya azad derketiye lûtkeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tu kes nikare çapemeniya azad bêzar bike. Arteşa Generalên Biçûk di şertên zor û zehmet de kevnoşopiya çapemeniya azad didomîne. Dive ku gelê kurd li çapemeniya azad xwedî derkeve."
(bg/ms)