DÎHA 45 caran hat astengkirin

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navnîşana malpera me ya ku abone û xwendevanên me xwe digihînê, cara 45'an ji hêla Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyarî (BTK) ve hat astengkirin.
Piştî Serokatiya Ragihandinên Telekomunîkasyon (TÎB) hat girtin, li cihê wê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyarî (BTK) li cihê wê hat avakirin. BTK'ê di saetên sibehê de cara 45'an malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎH) asteng kir. Navnîşana meya bi navê "www. diha-haber.link" a ku xwendevan û aboneyên me xwe digîhandinê, ji hêla BTK'ê ve hat astengkirin.
BTK'ê der barê sedema girtinê de agahiyekî ned, wekî her carî hincetên wekî TEVDÎRA ÎDARÎ da nîşan.
Bi astengkirina vê navnîşanê re ji 24'ê Tîrmeha 2016'an heta niha navnîşana ajansa me 45 caran ji hêla TÎB û BTK'ê ve hat astengkirin.
Hûn dikarin li ser lînka navnîşana "www.diha-news.link" xwe bigihînin malperê.
8 nûçegîhanên ajansa me hatin giritn
Hêj di çarçoveya operasyonên qirkirinê de 8 nûçegîhanên me girtî ne. Nûçegîhanên meyên girtî ev in: Feyyaz Îmrak, Mazlum Dolan, Ziya Ataman, Muhammed Dogru, Abdulkadîr Turay, Nedîm Turfent, Şermîn Soydan, Sebahattîn Koyuncu.
(ms)