DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan welatiyên Stenbolê di bin gazê de hişt

 
18 Îlon
10:10 2016

STNEBOL (DÎHA) - Polisan li Parka Sibel Yalçin a Okmeydani ya Stenbolê bombeyên gazê avêt welatiyan û welatî di bin gazê de hişt. Xebatkarên Ocaxa çayê jî binçav kirin.

Li Stenbolê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û şûnde zextên polîsan ên li ser taxan her roj didome. Polîsan şevê din bi maşîneyên zirxî li parka Sibel Yalçin a Okmeydani, bi ser ocaxa çayê de girt û welatî di bin gazê de hiştin. Polîsan di serdegirtina ocaxa çayê de xebatkarên parkê Mustafa Yilmaz binçav kir.

Beriya ku gelê Okmeydani û nûnerên saziyên civakî di 1'ê Cotmehê de li dijî tiryakê meşa girseyî pêk bînin zextên polîsan li ser welatiyên taxê zêde bûne.

(mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN