DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şaredarê CHP'î: Qeyûm nikare biratiya me xira bike

 
18 Îlon
09:10 2016


ÎZMÎR (DÎHA)
- Şaredarê Seferîhîsarê Tunç Soyer ê bi şaredariya Sûrê re "Destşaredar in bi gotina "Qeyûm li dijî îardeya gel darbe ye. Darbeya qeyûmê nikare biratiya me ya bi gelê Sûrê re xira bike" li hemberî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan da.

Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayinî 2 jê bajar 22 navçe 24 şaredariyên DBP'ê û bi giştî 28 şaredaran kir, bertek û nerazîbûn didomin. Şaredariyên xwehbira jî piştgirî dan şaredariyan û bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûmê nîşan dan. Şaredariya Seferhîsarê ya Îzmirê ku CHP'î ye û xwehbira ya Şaredariya Sûrê ye jî bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûmê da. Şaredarê Seferihisarê Tunç Soyer bertek nîşan da û wiha got: "Di serdema 12'ê Îlonê de nijadperestdan digot "Em li hundirin, lê fikrên me li derve ne" Niha kesên xwestin darbeya FETO pêk bînin jî li ser vê hişmendiyê tev digerin. Ev feraset pir talûke ye. Kes nikare vê ferasetê li ser aştî, demokrasî û hiqûqê bigire dest. Bi hinceta OHAL'ê divê hiqûq û demokrasî neyê bin binpêkirin.

'Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e

Soyer, destnişan kir ku qeyûm darbe û êrîşa li dijî vîna gel e û li dijî mafê gel neheqiya herî mezin hatiye kirin. Soyer, destnîşan kir ku bi qeyûmê gel hatiye cezakirin.
Herî dawî Soyer, da zanin ku bi îlana OHAL'ê nikarin şopa darbekaran paqij bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her ku ji demokrasiyê dûr bikevin dê nêzî faşizmê bibin. Dixwazin têkoşîna demokrasiyê binax bikin. Lê ev ne pêkan e. Çiqas tayînkirinên qeyûman zêde bibe ew qas enî jî dê zêde bibe. Du eniyên cuda û li diji hev dê pêş bikevin. Ev enî dê ji hev dûr bikevin û êdî nayên cem hev. Dema mirov li diroka darbeyan dinere, nîşanî me dide ku pêwiste em bêtir li hev xwedî derkevin û bêtir hev hembêz bikin. Divê em disa têkoşîn û pêvajoya aştiyê serdest bikin. Tayînkirina qeyûman li dijî xwehbiratîyê ye. Şaredariya Sûrê şaredariyek xwehbira ye. Lê em bi qeyûme re nabin Xwehbira. Ger ku Sûr şaredariya gel be em dê xwehbiratiya xwe berdewam bikin. Na ger ku ne ya gel be û qeyûm hatibe tayînkirin em dê xwebiratiya xwe xera bikin.
Divê tu kes tayînên qeyûmê qebûl neke û temaşe neke. Giqas em temaşe bikin dê bêtir qeyûm zêde bibin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN