DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Waliyê Şirnexê: Em ji ber hilweşandinê qedexeyê ranakin

 
18 Îlon
09:09 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Waliyê Şirnexê di tevlîbûna civînekê de diyar kir ku ew ji ber hilweşandinê avahiyên gel qedexeya 188 rojan didome ranakin.

Li Şirnexê qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê adarê de hatibû îlankirin 188 roj li pey xwe hiştin. Her çiqas li bajêr şer bi dawî bûye jî tenê ji ber hilweşandina bajêr qedexe didome. Walî diyar kir ku ranekirina qedexeyê ji ber hilweşandina avahiyên gel e. Waliyê Şirnexê beriya çend rojan ji ber şerê di navbera tîmên taybet û endamên HUDA-PAR'ê de derketî li taxa Gundogdu bi endamên HUDA-PAR'ê re civînek li dar xist.

Kengî xerakirina bajar bi dawî bû dê qedexe rabe

Kesekî di civînê de û nexwest navê xwe bide da zanîn ku piştî civînê ji walî hatiye pirsîn ku qedexeya li ser bajêr dê kengî rabe? Li ser pirsê walî jî bersiva, "Dema hilweşandine bajêr temam bû wê demê dê qedexe rabe" daye.

Deverên werin hilweşandin sedê 70 bi dawî bûye

Her wiha di civînê de walî gotiye ku wan piraniya deverên werin hilweşandin xelas kiriye û sedê 30 avahiyên werin hilweşandine mane. Heman kesê ku tevlî civînê bû da zanîn ku walî ji wan re gotiye dibe hilweşandina bajêr heta 15 - 20 cometê bi dawî bibe lê ger ew qedexeyê zû rakin dê gel werin li malên xwe bi cih bibin û destûrê nadin xaniyên wan werin hilweşandin.

Walî herî dawî ji kesên tevlî civînê bûne re gotiye ku ew ditirsin dema qedexe rabe gel vegere ser avahiyên xwe û ji ber vê yekê di navbera wan û gel de pirsgirêk derkevin.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN