Ji heman malbatê 7 kes ji peywir hatin durxistin

AMED (DÎHA) - Li Amedê ji malbata Yurtsever 7 mamoste ji ber KHK a ku hikûmeta AKP'ê derxist ji kar hatin durxistin. Bav, 4 kur û 2 bûkên wî bi hevre li dijî neheqiyan bi mamosteyên din re di nobetê de ne.
Li dijî ji peywir durxitnia ku hikûmeta AKP'ê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK) de pêk tîne nerazîbûn zêdetir dibe. Li Amed a ku herî zêde mamoste ji kar hatin durxistin, mamoste li avahiya Egîtîm Sen'ê di çalakiya rûniştinê de ne. Ji malbata YUrtsever 7 mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin jî di çalakiyê de ne.
Denîz Yurtsever anî ziman ku ji malbata wan bi wî re 7 kes ji peywir hatine durxistin û wiha berdewam kir: "Em 4 xwîşk û bira ne hem û jî ji peywir hatin rudxistin. Bavê min mamoste bû ew jî ji peywir hat durxistin. Birayê min û hevberê min ji jî peywir hatin durxistin. Hevsera birayê min jî jî peywir hat girtin. Bi tevahî em 7 kes ji peywri hatin durxistin. Li malbata me tenê dayika min ji peywir nehat durxistin ew ê ji ber ku ne mamoste ye."
Yurtsever bilêv kir ku bi temamî malbat ji kar bên durxistin jî têkoşîna ku didin ji ber fikarên madî nîne, ev yek ji ber pirsgirêka kurd a ku nayê çareserkirin û ji ber şerê berdewam dike ye.
Yurtsever diyar kir ku ji ber ku mafên xwe yên sendîkayê, aştiyê û ji ber ku zarok nemirin hewl didin.
'Ji ber sekna me ya li dijî rastê aciz bûn'
Mamosteyê bi navê Sadrettîn Kaya ê 22 sal in mamostetiyê dike jî diyar kir ku ji ber ew li dijî polîtîkayên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya nedemokratîk, ji zanistê dur têdikoşin tên tasfiyekirin, mamosteyên kurd tên hedefgirtin, di qada cemaweriyê de bi riya alîgiran tê xwestin sîstema dewletê bê avakirin.
Kaya bang li malbatan kir û xwest ku piştgiriyê bidin wan.
Berê jî ji kar hatibû durxistin
Serokê Komeleya MAfên Miroöan a Amedê (ÎHD) Racî Bîlîcî û hevsera wî Nîlufer Bîlîcî jî ji kar hatin durxistin.
Bîlîcî yê ku di 1993'yan de dest bi mamostetiya derba matematîkê kir di 1996'an de jî ji kar hatibû durxistin û der barê wî de "ji bo mamostetiyê gumanbar e" hatibû dayîn. Bîlîcî bi têkoşîna xwe ya hiqûqî ve di 2008'an de vegeriya li ser karê xwe. Bîlîcî niha cara duyemîn hat durxistin.
Bîlîcî yê ku 3 salên wî maye teqawît bibe û ji bo teqawîtbûna hevsera wî jî 2 sal heye. Bîlîcî anî ziman ku ji ber kuli dijî şer in bi darbeya siyasî hatine tasfiyekirin. Bîlîcî diyar kir ku ew ê li dijî nehiqûqî mafên xwe biparêzin.
(sa)