DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Evrensel hêza xwe ji kedkaran digire'

 
18 Îlon
09:07 2016

STENBOL (DÎHA) - Piştî rojnameya Evrenselê ji hêla weşanên nêzî AKP'ê ve hedef hat girtin, xebatkarê rojnameyê Vural Nasuhbeyoglu got "Em desteka xwe wekî van rojnameyên ku îro êrîşî me dikn ji hikûmet û kesên demborî nagirin, em hêza xwe ji kekdaran digirin."

Her roja ku derbas dibe li Tirkiyeyê karê rojnamegertiyê zehmettir dibe û êrîşên li dijî çapemeniya azad jî didomin. Herî dawî rojmeya Yenî Akîtê ya nêzî AKP'ê rojnameya Evrenselê hedef da nîşan û wekî "Berdevka PKK'ê" pênase kir û xwest bê girtin. Midûra Karê Nivîsê ya Evrenselê Şengul Karadag diyar kir ku di carekî de Asli Erdogan, Necmiye Alpay û ji peywîrgirtina 15 hezar mamosteyî ve, êrîşên li dijî Evrenselê wan zêde mehtel nake.

Karadag got "Karkerekî tersanê salek berê gotibû 'Evrensel bareê karkeran e.' Mijar ne Evrensel e. Ya rast êrîş li dijî mafê ragihandinê ye. Ji ber ku dibe dengê bindest û kekdaran hedef tê girtin. Em ê ji polîtîkaya xwe paşve gav nevêjin. Dixwazin hemû muxalîfan wekî 'teror' bidin nîşandan."

'Em hêza xwe ji karkeran digirin'

Edîtorê rojnameyê Vural Nasuhbeyoglu jî der barê zextên li ser rojnameyê de ev tişt got: "Ya rastî li holê tiştek tune. Yek li ser maseyê rûniştiye û Evrensel hedef daye nîşan. Ev zextana ne nû ne, gelek caran hat berhevkirin, girtin û wekî hevriyê me Metîn Goktepe hat qetilkirin." Nasuhbeyoglu diyar kir ku ew hêza xwe ji karkeran digirin û wiha pêde çû: "Em wekî hin rojnameyan hêza xwe ji hikûmetê nagirin û wekî wan jî ne demborî ne. Em hêza xwe ji karkeran digirin."

Nûçegîhanê rojnameyê Firat Turgut piştrast kir ku Evrensel muxalîf e û li gel kurdan, karkeran û xwendekaran cihê xwe digire. Turgut da zanîn Evrensel 20 sal e weşanê dike û ji ber aliyê xweyî muxalîf hikûmetê ditirsî ne.

Midûrê Berpirsyarê Karê Nivîsê Çagri Sari jî destnîşan kir ku roja ku Evrensel hatiye avakirin heta niha, dengê kesên nayên dîtin e û wiha axivî: "Dema AKP ditengije êrîşî Evrenselê dike. Xwestin Ozgur Gundemê jî bê deng bikin, lê bi ser neketin."

Sari herî dawî anî ziman, dixwazin bi gefên wekî 'Em ê Evrenselê bigirin' çapemeniya din a muxalîf bitirsînin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN