Şavakî ji çiyayên Dersimê vegeriyan
DERSIM (DÎHA) - Şavakî piştî li çiyayên Dersimê 4 mehan sewalên xwe çêrandin, çiyayên Dersimê yên wekî "Hezkirina" xwe pênase dikin, li pişt xwe hiştin û vegeriyan.
Şavakiyên li navçeyên wekî Çemisgezek, Pêrtêg, Xozat, Mêzgêr ên Dersimê û dundên wê debara xwe bi sewal kariyê dikin, bi hatina payîzê û serbayê re piştî 4 mehan sewalên xwe ji zozanan peya kirin. Welatiyên ji navçeya Pulurê piştî derketibûn zozanên Karagolê yên pêşbiniyên çiyayên Munzurê, bi sermayê re dageriyan jêr.
'Tenê daxwaza me aştî ye'
Komek şavakên ji çiyayên Munzurê û Mêzgêr hatin gundê Hasorik, li ber çemê Munzurê yê di navbera navçeyên Xozat û Pulurê de konên xwe vegirtin. Şavakê bi navê Kazim Kelîker diyar kir ku ew di konên sê goşe de dimînin û aşkera kir ku ew li Zozanên Deveçukurê bûn, lê îsal ji ber şer aramî nedîtine. Çelîker bi lêv kir ku tenê daxwazeke wan heye ew jî aştî ye.
Ji şer revî zilma dewleta tirk dît
Malbata Polat jî li çiyayên Munzurê konê xwe vegirt û ji welatiyan tenê ew maye. Welatiyên di newaleke avên sar jê diherikin de konên xwe vegirtine, li gel wan welatiyê ji Afgaistanê Memed Azîm ê ji ber şer reviye jî heye û li gel malbatan şivantiyê dike. Azîm aşkera kir ku piştî dayika wî ji hêla Talîbanê ve hatiye qetilkirin, ew bi riyên qaçaxî hatiye welat, li vir mehê bi 5 hezar TL'yî xebatê dike. Azîm anî ziman ew dê salek 2 salan bixebite û vegere mala xwe û ev tişt got: "Çiyayên li vir gelekî xweş in. Li gel me zêdehî xîz heye. Li vir dar û çiyayên xwe gelek in. Em heta êvarê li ku çêre hebe em li wir in."
Welatiyê bi navê Cem Polat jî anî ziman ew bi salan e li zozanan e, ji meha hezîranê vir ve li zozanan jiyan dikin. Polat got "Navê Şavak, ji Eşîra Şavakên li navçeyên Çemişgezek û Pêrtêgê tê" û der barê eşîrê de ev tişt got: "Ev eşîr her dem wekî koçeran li zozanan sewalkariyê dike. Herkesên ku derdikevin van zozanan vî navî digirin." Polat bi lêv kir ku bi lêdana rojê re ew taştiyê xwe dikin, piştî taştê her kes diçe ser karê xwe.
'Ji ber hezkirina çiyayan'
Polat da zanîn ew debara xwe bi sewalan dikin, 4-5 mehan penêr çê dikin. Dema bexên wan dibin wan difiroşin. Polat diyar kir ku ew vî karî ji bo pere qazanc bikin nakin û wiha axivî: "Mînak tê gotin li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin goşt e. Kesên li bajêr kîloya goşt bi 30-35 TL'yî distîne. Em li vir 15-20 TL'yî didin. Dîsa mehaneya şivanan 4-5 hezar e. Dema tu vana hesab bikî, tu heqdestê xwe nagirî. Ne pîşeyekî ku bê kirin e. Lê sedema vî pîşeyî jî hezkirina vî çiyan e."
Polat jî wekî şavakên din ji ber ku herêb bûye "Herêma Ewlehiya Taybet" gelek bi bertek e. Aşkera dike ku ji ber qedexeyê nikarin biçin zozanên xwe.
Polat herî dawî piştrast kir ku ew bi hesreteke mezin li benda biharê ne.
(ms)