Ozmen: Gel li dijî qeyûman şaredariyên xwe ava dike

AMED (DÎHA) - Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsyariya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Emîne Ozmen, der barê qeyûmên li dijî DBP'ê hatine tayînkirin de axivî û aşkera kir ku dê gel şaredariyên xwe yên alternatîf ava bike.
Hikûmetê di 11'ê Îlonê de bi Biryarnameyên Hukmên Qanûnî (KHK) dest danî ser 24 şaredariyên DBP'ê û vîna gel tune hesiband. Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsyariya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Emîne Ozmen û Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel der barê qeyûmê de nirxandin kirin û bang li karkeran kirin ku roja Duşemê neçin ser kar.
'Qeyûm şaredariyê ji holê radike'
Emîne Ozmen destnîşan kir ku qeyûma li dijî şaredariyan, şaredariyê ji bolê dide rakirin, li cihê vê dewlet brokrasiya xwe bi cih dike û şaredarî vegerandine navenda Qaymeqamiyê. Ozmen, bi lêv kir ku mesele ne tenê tu hevşaredar ji peywîrê bigirî, armanc tune kirina vîna gel e, bi vê jî dixwazin rêveberiyên herêmî ji holê bidin rakirin.
Ozmen got "Ji bo bêhnstandinê berxwdan divê" û aşkera kir ku "Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Di 12'ê Îlonê de li Zindana Amedê bi 3 niftikan, tarîtî hat ronîkirin. Gelê kurd berxwedanê dizane. Ev ji bo kurdan xala dawî ye. Em li dijî qeyûmê banga berxwedanê dikin."
'Bila kes neçe kar'
Ozmen xwest karker roja Doşemê neçe ser kar, li dijî qeyûman li ber xwe bide û bang li tevahiya gel kir roja Duşemê li her derî meş, daxuyanî û bertekên xwe daynin holê. Ozmen da zanîn wan di Lijneya Rêveberiya Navendî û Meclisa Partiyê de civîn pêk aniye û biryara berxwedanê derketiye pêş.
Ozmen destnîşan kir ku demên ku şaredariyên wan tunebûn jî derbas kirine, dê gel bi her şêwazî li ber xwe bide û wekî alternatîf şaredariyên xwe ava bike.
Demîrel: Ev pêkanîn jinê tune dihesîbîne
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî piştrast kir ku şaredariyên ku qeyûm hatine avêtin veguherandine qereqolan û wekî mînak şaredariyên Şemrex, Dêrîk û Êlihê da nîşan. Demîrel got ew der hatine dagirkirin û ev wekî derbeya li dijî xwerêveberiyên cewherî pênase kir û wiha pêde çû: "Em rêvberiyeke ku jin xwedî biryar be qebûl dikin. Lê cihên qeyûm hatine tayînkirin 28 kes jî mêr in. Ev pêkanîneke jinê tune dihesibîne ye."
Demîrel destnîşan kir ku dê qeyûman nas nekin û got ku dê qeyûm nikaribin li kolanan bigerin.
(ms)