DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo her kolanê MOBESE!

 
18 Îlon
09:03 2016

AMED (DÎHA) - Piştî biryarên OHAL’ê li navçeyên navendî yên Amedê bi dehan dîrekên MOBESE'yê li yên berê hatin zêdekirin. Bi vê yekê nêzî giştî ya bajêr ji aliyê polîsan ve bi kamerayan tê şopandin.

Piştî biryara OHAL’ê ya hikûmeta AKP’ê hin planên ewlehiyê li bajarên Kurdistanê hatibûn sitendin. Yek ji van planan jî zêdekirina kamerayên pê kontrola bajar tê kirin yên wekî MOBESE tên zanîn in. Li Amedê bi biryara Walîtiya Amedê bi sedan kamerayên MOBESE li sedan noqteyên cuda yên navçeyên Rezan, Sûr, Yenîşehîr û Peyasê hatin zêdekirin.

Heta nava park û taxan jî tije MOBESE kirin!

Di nava cihên ku lê stûnên MOBESE lê hatiye çikandin de parkên zarokan, sêgoşeyên nava bajêr, nava hin taxan, li ber avahiyên saziyên kurdan, derdora avahiyên AKP’ê û derdora hemû saziyên dewletê jî hene. Hat dîtin ku stûnên ku nû hatine çikandin, ji yên berê qalindtir û dirêjtir in. Yek ji van stûnan li ber avahiya ku Rojnameya Azadiya Welat, Weşanxaneya Aramê û KURDÎ-DER a ku li taxa Huzurevlerî ya Peyasê ye jî heye. Cardin li hemberî Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Rezana Amedê û li ber deriyê Navenda Çanda Dîcle Firat ya li navçeya Sûrê jî stûnên MOBESE'yê hatiye çikandin.

(ua/ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN