DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çek ji TSK'ê, ewlehî ji MÎT'ê

 
18 Îlon
09:03 2016

ERDOGAN ALAYUMAT

MÊRSÎN (DÎHA)
- Hat îdiakirin çekên ji Mêrsînê tên sewqkirin bi vekirî ji çeteyên li Sûriyeyê re tên şandin. Makînîstekî di sewqiyatên dawî de cih girt, aşkera kir ku ev çek di bin ewlehiya MÎT'ê de bi destên El Nusrayê teslîmî çeteyên DAIŞ'ê tên kirin.

Hin cihên ku çek tên sewq kirin, Gara Trenê ya Mêrsînê û Bendera Mêrsînê ye. Piştî di pêşengtiya Artêşa Azad a Sûriyeyê û TSK'ê de Cerablus hat dagirtirin, ev herdu cih dîsa bi tevger bûn. Makînîstê di Riyên Hesinî ya Dewletê (TCDD) û Şirketa Lojîstîk a Mersînê de dixebitî û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, da zanîn maşînên zirxî û tangên tînin îstasyonê li vir ten barkirin û li ser Kîlîs û Karkamişê re radestî çeteyan tên kirin.

Berê veşartî niha aşkera dikin

Makînîstê mijara gotinê bi lêv kir ku piştî Tirkiyeyê Cerablus dagir kir, her roj sewqiyat tê kirin, ev 3 sal e li Gara Mêrsînê sewqiyata çekan nehatiye kirin, berê ev sewqiyat veşartî dihat kirin, di demên dawî de bi vekirî tên kirin.

Hat gotin di dema dagirkirina Kobanê de jî şandina çekan berdewam dikin, piştî çete li Kobanê têk çûn şandina çekan hatiye rawestandin, dema li bajarên Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyên cewherî dest pê kir, dîsa şandina çekan a ji bo hêzên dewletê yên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Silopiya û Şirnexê berdewam kiriye.

Li gorî agahiyan di navbera El Nusra û DAIŞ'e de hevkariya çekan jî didome, çekên li Ezazê tên bi kar anîn, ji çeteyên El Nusrayê re hatine şandin.

Makînîst piştrast kir ku ev çekanan ji Fermandariya Garnîzon û Herêma Akdenîzê hatine şandin, ev çekana bi TIR'an ji fermandariyê hatine wergirtin, bi riya TCDD'yê dişînin Dîlokê, li ser Karkamişê re dişînin Cerbalusê.

'Ewlehî di destê MÎT'ê de ye'

Makînîst anî ziman, di sewqiyatên wê demê hatine kirin de, ew jî du caran tevli bûye û ev tişt got: "Di her vagonekî de 5 polîsên tevgera taybet ên bi çekên giran tên rext kirin, tên bi cih kirin. Ewlehiya van sewqiyatan bi tevahî ji hêla MÎT'ê pêk tê. Ev kesên di vagonan de tên bi cih kirin, raste rast ji hêla MÎT'ê ve tên peywîrdar kirin."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN