'Polîtîkaya pişaftinê dê hêj zêdetir kûrtir bikin'

ENQERE (DÎHA) - Mamosteyên bi riya KHK'yan ji peywîrê hatin girtin, tê xwestin li cihên wan mamosteyên nêzî hişmendiya AKP'ê bînin ser kar. Mamosteyan diyar kir ku bi vê riyê dê polîtîkaya pişaftinê hêj zêdetir bê kûr kirin.
Hikûmetê pêkanînên OHAL'ê ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, di çaroveya rewşa awarte de 10 hezar 524 endamên KESK'ê ji kar da avêtin. 206 kesên ji kar hatibûn dûrxistin, bi temamî hatin îxrackirin, 10 kes jî bi hincetên cuda hatin girtin. Hin mamosteyên di çarçoveya Biryarnameyên Hukmên Qanûnî (KHK) de ji peywîrê hatin girtin, di heman demê de velî ne jî mamosteyên dê li cihên wan bên bi cih kirin, wan dixin nava vikaran.
Endamê Egîtim Senê û mamosteyê Wêjeyê yê Lîseya Anadolu ya ÎMKB a Mûşê Neşet Balta, Manosteya Perwerdeya Bedenê yê Dibistana Menderes a Semsûrê Auşegul Yucetaş û Mamosteyê Dibistana Navîn a Munzur a Dersimê Suleyman Guler, der barê ji peywîrê dûrxistina mamosteyan de ji DÎHA'yê re axivîn.
'Derbe li dijî KESK û Egîtîm Senê pêk hat'
Neşet Baltaş da zanîn li Mûşê 200 mamoste ji peywîrê hatine girtin, operasyonên di bin navê cemaetê de pêk tên, li dijî Egîtîm Senê tên meşandin, got ev operasyonên siyasî ne û ev tişt got: "AKP bi taybetî dixwaze di kar de ewlehiyê ji holê rake, hemû kedkarên cemaweriyê bi xwe ve bide girêdan. Hêza li dijî vê şer dike jî KESK û hêza matorî jî Egîtîm Sen e, di vê wateyê de derbeyek pêk hatiye."
Baltaş aşkera kir ku di binê van tayînan de tê xwestin polîtîkayên pişaftinê yên li dijî gelê kurd hêj kûrtir bikin û piştrast kir ku ji ber wê mamosteyên kurd ên Egîtîm Senê ji kar tên dûrxistin. Baltaş got ku ew ji ber vê ji perwerdeya bo zarokên wan bên dayîn gelekî fikaran dijî.
'Di binê vê planê de faşîzma AKP'ê heye'
Ji Dibistana Navîn a Menderes a Semsûrê Ayşegul Yucetaş jî bi lêv kir ku di 2'yê Îlonê de li Semsûrê 29 mamoste ji kar hatine îxrackirin, ev wekî "faşîzma AKP'ê" pênase kir. Yucetaş li ser xenatên DAIŞ'ê yên li Semsûrê jî rawestiya û piştrast kir ku Semsûr bûye baregeha çeteyan û wiha pêde çû: "Me di hemû xebatên xwe de DAIŞ teşhîr kir, ji ber vê jî pergal ji vê aciz bû û ji ber vê em ji kar dûrxistin."
Yucetaş destnîşan kir ku dixwazin bi tevahî kesên nêzî xwe bi cih bikin û got ku bi taybetî herêmên kurdan van mamosteyan digirin û li cihên wan mamosteyên nêzî xwe tayîn dikin.
'Ev înfaza bê darêz e'
Suleyman Guler jî bi riya KHK'ê ji Dibistana Navîn a Munzur Dersimê hat avêtin. Guler peywîrgirtina xwe wekî "Înfaza bê darêz" şîrove kir û da zanîn ji ber ku wan niheqiyên di perwerdeyê de qebûl nedikirin ji kar hatine avêtin.
Guler derbirî divê pergala perwerdeyê bi tevahî bê guhertin û ev tişt anî ziman: "Dema em li rewşa perwerdeyê mêze dikin, em ji cîhanê gelekî paşve mane. Bi vê riyê dê pêşketin çê nebe."
(ms)