Li Peyanîsê welatî amadekariya zivistanê dikin
COLEMÊRG (DÎHA) - Şêniyên gundên Colemêrgê gîhayên xweyên ku dirûtin, ji ber pevçûnan dê îsal zûtirîn bînin. Gîhayên di nava rojê de peyayî gund hatin kirin, êvarê didin patozê.
Welatiyên gundê Peyanîsê ya girêdayî navenda Colemêrgê, ji ber hemû astengiyên hêzên dewletê jî gîhayên xweyên dirûtine, li zozanan peyayî gund kirin û li gund didin patozê. Welatiyên ji bo zivistanê di nav xebateke berfireh de ne, gîhayê didin patozê ji bo zivistanê pê sewalên xwe xwedî dikin.
Ji ber hemû zehmetiyan jî...
Yek jî welatiyê tevahiya şevê xebitî û hevateke hev beş daye meşandin jî Îsmaîl Demîrel e, diyar dike ku ji ber hemû zehmetiyan jî ew jiyana gund hez dike û ev tişt got: "Ev çanda meya kurdî ye. Em wekî welatiyên gund bi ulusa zebare gîhayên xwe da patozê û amedekariya zivistanê dikin. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin."
Bi roj berhev dikin, êvarê didin patozê
Mahmut Demîrel destnîşan kir ku ew li navenda Colemêrgê dimîne, ji bo alîkariya malbatê hatiye gund tevahiya havînê alîkarî daye malbata xwe. Demîrel da zanîn ji ber welatiyên gund bi gemara patozê bi bandor nebin, ew dûrî malan patozê lê didin û ev tişt got: "Em di mehên hezîran û tîrmehê de gîhayên ku li zozanan didirûn, dikişînin navenda gund. Piştî payîzê dibistan vedibin, em diçin dibistanê."
(ms)