Dê li dijî qayûmê mitîng bê lidarxistin

17 Îlon
17:43
2016
ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê dê bi şiyara “Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin” di 19’ê îlonê de dê mitîng bê lidarxistin.
Li Êlihê di pêşengiya HDP, DBP, KJA û KCD’ê de bi dirûşmeya “Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin” dê mitîng bê lidarxistin. Mitînga di 19’ê îlonê de li ber Nexweşxaneya Farabîmê dê bê lidarxistin. Li bendeyê hevserokên Gişti yên HDP, DBP û berdevkên KJA û KCD’ê jî tevli mitîngê bibin. Rêveberên rêxistinên DBP û HDP’ê bi nûnerên saziyên sivîl re ji bo beşdariya mitîngê li navenda bajêr belavok belav kirin û gel vexwendin mitîngê.
(dt-ozp/bg/ms)