DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HPG'ê encamên şerê li Tendûrekê aşkera kir

17 Îlon
16:50 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di der barê çalakiya li dijî Qereqola Teperizê de daxuyanî da û diyar kir ku 28 leşker û cerdevan hatin kuştine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 15’ê Îlonê de li dijî Qereqola Teperizê ya li devara Tendûreka Agirêy çalakiyekiyek berfireh pêk aniye. HPG'ê piştrast kir ku di vê çalakiyê de 28 leşker û cerdevan hatine kuştin, maşînên zirxî û gelek çek hatine îmhakirin.

Agahiyên berfireh ên der barê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya têkildarî çalakiya li dijî Qereqola Teperîz a Tendûrekê de wiha ne:

“Di çarçoveya pêngava Şehîd Andok Êrîş de di 15'ê Îlonê saet di 20.45'an de ji hêla gerîlayên me ve bi ser qereqola Teperîzê ya Tendûreka Agiriyê de hatiye girtin. Li vê qereqolê 25-30 leşker û gelek kontra hebû. Çalakî jî ji du baskan ve hatiye li darxistin, hêzên me di 15 deqeyan de hemû çeper îmha kirine. Gerîlayên me çûne ser 21 cenazeyan li vî girî, her wiha bi bombeyê kûlûbe jî hatiye rûxandin. Ev kule derbên giran xwariye û jî bilî çend leşkeran hemû leşkerên di kûleyê de hatine kuştin. Dîsa li vir mînîbûseke ku 2 leşker tê de bûn bi bandor hatiye derb kirin û li vir 2 leşker hatine kuştin. Beşekî mezin ê vî girî ketiye bin kontrola gerîlayên me, panzêra ku xwestiye mudaxele bike, hatiye derbkirin û 5 leşker di vê parnzerê de hatin kuştin, 4 jê bîrîndar bûn."

HPG'ê da zanîn heta serê sibehê qada çalakiyê bi hawan û obûsan hatiye bombekirin, helîkoptêran jî li gelek deveran êrîş pêk aniye û wiha pêde çû: "Gerîlayên meyên ku çalakî pêk anîne, 6 çekên artêşa TC'ê bi dest xîstîne, 20 çek jî hatîne îmhakirin. Dîsa panzêr û mînîbûsek hatiye îmhakirin."

Hêzên dewletê 28 windahî dan

HPG'ê destnîşan kir ku di çalakiyê de bi çav hatiye dîtîn ku 28 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne û ev tişt hat gotin: "Ev çalakiya jî hêla gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê ve hatiye kirin, ji bo bîranîna şehîd Mahîr, Sîpan, Şiyar û Eylem ên di şerê dawî de şehîd bûn. Gerîlayên meyên ku ev çalakî lidarxistin bi silamet gihiştin cihên xwe.”

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN