DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Leşkeran bi ser mizgeftê de girtin

 
17 Îlon
16:31 2016

WAN (DİHA) - Leşkeran bi ser mizgefta ku şîna ji bo endamê YPS'ê Ragıp Bilekçi (Çekdar Wan) hatibû danîn de girt û bi zorê welatî ji mizgeftê derxistin.

Cenazeyê endamê YPS'ê Ragip Bilekçî (Çekdar Wan) ku di 11'ê Îlonê de li taxa Şehit Firatê ji bo nekeve destê hêzên dewletê bombe bi xwe de teqand û jiyana xwe ji dest da, li Artemêtê hat definkirin. Piştî cenaze li Goristana Kurubaşê hat definkirin ji bo Bilekçi li mizgefta taxa Kurubaşê ya Artemetê şîna sersaxiyê hat danîn. Piştî ziyaretê dest pê kir, leşkeran bi ser mizgeftê de girt. Leşkeran neheqî li welatiyan kir. Fermandarê Cendirmeyan Koray ê paşnavê wî nehat zanîn, welatiyê bi navê Azmi Tatar darp kir. Fermandar gotinên nexweş ji welatiyan re kir û xwest bi lezgîn şînê bi dawî bikin. Fermandar ferman da leşkeran û welatiyên hatibûn sersaxiyê bi zorê ji mizgeftê derxistin. Fermandar gef li welatiyan xwe û got "Ger hûn kon jî vedin ez dê kon bişewitînim."

Bav Îlhan Bilekçi, bertek nîşanî êrîşkaran da û anî ziman ku ew ji dosa xwe venagere. Pişte Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, MEYA-DER, HDP, DBP û sedan kes çûn malbata Bardarçi û malbat ziyaret kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN