Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan bû 3
COLEMÊRG (DÎHA) - Hejmara leşkerên di pevçûna li gundê Kehê ya Colemêrgê qewîmî de jiyana xwe ji dest dan, derket 3'yan.
Di saetên serê sibehê de li gundê Kehê ya girêdayî Colemêrgê di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG'iyan de pevçûn qewimî.
Piştî saetên nîvro hate ragihandin ku ji 4 leşkerên birîndar bûyî yekî jiyana xwe ji dest daye û hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3'yan.
Hate diyar kirin ku pevçûna li herêmê didome.
(ot)