Piştî Soylu Yildirim jî çû moralê
AGIRÎ (DÎHA) - Piştî Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu, Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim jî çû Tendûrekê û moral bide leşkerên herêmê.
Berî du rojan gerîlayên HPG/YJA-Starê li Çiyayên Tendûrekê li dijî qereqola leşkeran çalakiyek mezin pêk anîbû û di çalakiya gerîlayan de gelek cerdevan û leşker hatibûn kuştin. Li ser çalakiya gerîlayan Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu çibû herêmê û moral dabû leşkeran. Herî dawî Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim jî çû Tendûrekê û moral da leşkerên.
Di 4'ê Îlonê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê gerîlayan çalakiyeke mezin pêk anîbû û gelek leşker hatibûn kuştin, Yildirim ji bo moralê bide çibû navçeya Çelê. Herî dawî li gorî agahiyên TSK'ê li Tendûrekê 10, li gorî HPG'ê nêzî 30 leşker û cerdevanên wan hatine kuştin. Li ser van windahiyan Serokwezîr Yildirim çû 1'emîn Tûgaya Mekanîze a Piyade ya Bazîdê û moral da leşkeran. Yildirim piştre derbasî gundê Kuçebulakê bû malbatên cerdevanên hatine kuştin ziyaret kir. Yildirim diyar kir ku dê li herêmê operasyonên wan bidomin.
(ms)