Li Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
COLEMÊRG (DÎHA) - Di navbera endamên HPG'ê û Leşkeran de li gundê Kehê ya girêdayî Colemêrgê pevçûn qewimî. Di pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Kehê ya girêdayî navenda Colemêrgê di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG'iyan de pevçûn qewimî.
Li gorî agahiyên ewil, di pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Hate diyar kirin ku operasyona li bejahiya gundê Kehê didome.
Walîtiya Colemêrgê pevçûna li gundê Kehê qewimî piştrast kir.
(ot)