DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dixwazin polîs û leşkeran bikin mamoste

 
17 Îlon
13:42 2016

HATAY (DİHA) - Serokê ÎHD'ê û Endamê Egîtîm Sen'ê Coşkun Selçuk, bertek nîşanî îxraca mamosteyan û li şûna wan bicihkirina polîs û leşkeran da. Selçûk, anî ziman ku ev yek xizmeta aştî û çareseriyê nake û dê êşa civakê zêde bike.

Îktîdara AKP'ê, piştî îlana OHAL'ê, bi biryarên KHK'ê 11 hezar mamosteyên Egîtîm Sen'ê ji peyvirê girtin û gelek ji wan îxrac kirin. Niha li şûna wan polîs û leşkeran dikin mamoste û dixwazin polîs û leşker zarokan perwerde bikin. Li Hatayê jî 928 mamoste ji peyvirê hatin girtin û li şûna wan polîs û leşker tên bicih kirin. Endamê Şaxa Egîtîm Senê û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Îskenderûnê mamosteyê Îngîlîzî Coşkun Selçuk, bertek nîşanî vê yekê da.

Sekna li hemberî şer rûmetî ye


Selçuk, anî ziman ku hikûmet hewldana darbeyê dike hincet û li dijî muxalifan darbeyê pêk tîne. Selçûk, dazanîn ku îxrac û peyvirgirtina mamosteyan li dijî zagon û hiqûqê ye û wiha got: "Îktîdar li dijî muxalifan polîtîkayên taybet dixe meriyetê. Dixwazin dengê hemû kesên dijberî şer bêdeng bikin. Em her dem li dijî şer in û em dê têkoşîna aştiyê bilind bikin. Ji ber endamên Egîtim Sen'ê li dijî şerê Sûrî û navxweşî rawestiya niha dixwazin wan ji kar dûr bixin. Sekna meya li dijî şer ji bo me rûmet e. Ji ber em li dijî şer in em ne poşman in. Ji bo em mafê xwe bistînin çiqas bedel hebe em dê bidin."


Selçuk, bertek nîşanî polîtîkayên îktîdarê dan û anî ziman ku ev polîtîkayên şer xizmeta çareseriyê nake û dê êşan bêtir kûr bike. Selçûk, bilêv kir ku ew dê bêtir ji bo aştiyê têbikoşin û xwest her kes bibe dengê aştiyê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN