DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Sewqiyata pola ya ji bo El Nûsra ve Ehrar El Şam

 
17 Îlon
13:14 2016

HATAY (DÎHA) - Hate îdiakirin Tirkiye ji bo piştgiriya El Nûsra û Ehrar El Şamê yên li bajarê Îdlîbê ne bi tiran boriyên pola sewqkir.

Sewqiyata ji Tirkiye ya ji bo çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam bênavber dewam dike. Sewqiyata piştgiriyê ji ser navçeya Reyhanliya Hatayê didome. Boriyên pola ku beriya niha li navçeya Kaniya Xezalan hatibûn dîtin vê carê jî ji ser Reyhanliyê ber bi Îdlîbê ve tên şandin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hate gotin ku Li Kargeriya Demîr Çelîk a Îskenderûnê du tirên tijî boruyên pola hatin barkirin, li bejahiya gundê Kavalci ê nêzî deriyê sînor ê Cîlvegozû derbasî Suriyeyê bûn. Çavkaniyan diyar kirin ku ew difikirn ku ew tir ji bo çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li Îdlîbê ne hatine şandin.


(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN