Di betlaneya hefteyekî ya cejna qurbanê de 60 kesî can da
17 Îlon
12:00
2016
ENQERE (DİHA) - Di hefteyek betlaneya cejna qurbanê ku dê 9 rojan bidome heta niha gelek qezayên trafikê pêk hatin. Di qezayên hefteyekî de di 103 qezayên ku pêk hatin de 60 kesî jiyana xwe ji dest dan û 371 kes jî birîndar bûn.
Betlaneya ku bi biryara Lijneya Wezîran derket 9 rojan de li ser rêyan gelek qezayên trafikê pêk hatin.
Di navbera 10 û 16'ê îlonê de di encama 103 qezayan de 60 kesî can da û 371 kes jî birîndar bûn.
Hate diyar kirin ku qeza herî zêde ji ber bê baldarbûn û lezbûnê pêk tên û di vî warî de careke din ajokar hatin hişyarkirin û hat xwestin ku dema derketin ser rêyan bi baldar bin û zêde bi lez neçin.
(ot)