Delîlên sûc ên der barê Altanan de 'pirtûk' dan nîşan

STENBOL (DÎHA) - Di serdagirtina mala Mehmet û Ahmet Altan de pirtûkên ku hatin destaserkirin wekî "delîsa sûc" hatin nîşandan. Di nava pirtûkên wekî "delîsa sûc" ten nîşandan de 2 pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirtûka Mehmet Barlas a "Sendroma Hucaefendî-Hucaefendî Sendromu" jî cih digirin.
10 Îlonê di serdagirtina malan de nivîskar-rojnameger Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan hatibûn binçavkirin, ev 7 roj in di bin çavan de ne. Herdu bira li Midûryeta Polîsan a Stenbolê ya navçeya Vatanê tên girtin, "delîlên sûc" ên der barê Altanan de gelek pirtûk hatin nîşandan. Parêzer Veysel Ok da zanîn sûcên der barê Altanan de pirtûka Mehmet Barlas ê nêzî AKP'ê ya bi navê "Sendroma Xoceefendî" ya di sala 2000'î de hatiye çapkirin e. Ev pirtûkên ji mala Mehmet Altan hatin destaserkirin wekî delîsa sûc hat nîşandan.
Her wiha di nava pirtûkên wekî "delîsa sûc" tên dîtin de 2 pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî tên dîtin. Dîsa nivîseke di malpera T24'ê de der barê PKK û Qandîlê de hatiye nivîsîn û ev nivîsa ku ji înternetê hatiye girtin jî wekî delîla sûc hat dîtin.
Ji dervê van pirtûk û nivîsan gelek nivîs û nirxandinên cuda jî wekî delîl hatine nîşandan.
(ms)