Bavê ku 2 kes bi navê kurê xwe defin kir: Kurd bi kuştinê xelas nabin
AMED (DÎHA) - Çîroka malbata Hayme ya li Amedê dijî, rastiya zilma li Kurdistanê li ber çavan radixe. Xaniyê malbata Hayme li gund hat şewitandin û koçî Amedê kirin û hemû endamên malbata wan hatin binçavkirin. Kurekî wan tev li PKK'ê bû, 3 kurê wan jî li zindanê ne. Bav Şafî Hayme ku bi navê kurê xwe 2 cenaze defin kir got: "Kurd bi kuştin, operasyon û qeyûman xelas nabin."
Jiyan û têkoşîna Malbata Hayme ku niha li Amedê dijî wêne û dîmenê rastiya li Kurdistanê pêş dikeve vedibêje. Malbata Haybe ku li gundê Kemukê yê Farqinê dijiyan, piştî leşkeran gundê wan şewitand li gel 7 zarokên xwe koçî Amedê kirin. Hêzên dewletê piştî xaniyê malbata Hayme şewitand, malbata Hayme koçî Amedê kir. Lê hêzê dewletê dest ji malbatê berneda û heta niha hemû endamên malbatê hatin girtin. Piştî zextên dewletê zêde bûn, kurekî malbata Hayme tev li refên PKK'ê bû. Her çend zextên li ser malbatê zêde bûn jî, malbatê dest ji têkoşînê berneda. Niha Bav Şafî Hayme rêvebertê DBP'ê û Dayik Şahide Hayme jî endama Meclîsa Dayika Aştiyê ye.
'Çima zilmê li zarokên me dikin'
Bav Şafî Hayme diyar kir ku di salên 1990'an de dewletê her dem zext li ser wan meşand û xaniyê wan şewitand û wiha got: "Di salên 1990'an de dema leşkeran bi ser mala me de girt û ez li mal nedîtim; li ber çavên zarokên min, hemû zexîre, qût û alavên malê li nava xist û tev li şewitand. Cilên zarokên me tev bi kasatura perçe kirin. Her tem gefên kuştinê li min xwarin. Bandorek neyînî liser derûniya zarokan çêkir. Zarokên min di bin zilma dewletê de mezin bûn.
'Em bi keyfî dihatin binçavkirin'
Bav Hayme, da zanîn ku hêzên dewletê di sala 1993'an de xaniyê wan şewitand û wiha berdewam kir: "Min bi kedek mezin traktor stend. Lê hêzên dewletê salekê dest danîn ser. Ji ber zexta dewletê min koçî Amedê kir. 5 kur û 2 keçê min hene. Heta niha em hemû endamên malê hatin binçavkirin. Em êdî wekî bizmar ketibûn çavên wan. Hemû endamên malbatnê yên hatin binçavkirin rastî îşkence û heqaretê hatin. ez di salên 1995, 1997, 2009 û 2012'an de ji ber siyasetê hatin girtin. Hêjmara binçavkirinê nayê hişê min."
Şafî Hayme, da zanîn ku 7 zarokên wî hene û niha 5 zarokên wî her yek li derekê ye. Hayme, anî ziman ku kurekî wî ker û hal e û keçek wî jî nexweş e û wiha got: "Keçek min 8 salin winda ye. 4 kurêmin her yek li derekê di zindanê de ye. Kurê min Mehmet Hayme di sala 1998'an de ji ber zextên dewletê tev li PKK'ê bû. Di 6'ê Nîsana 2015'an de li navçeya Gimgimê di şer de birîndar bû û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolu girtî ye. Dîsa heta niha li ser navê cenazeyê kurê xwe min cenazeyê 2 kesan defin kir. Lê piştre fêr bûm ku kurê min sax e. Cara ewil agahî hat ku kurê min li Çewlikê di sala 2001'an de şehît ketiye. Ji ber cenaze perçe perçe bûbû me nekarîbû teşhîs bikiraya. Cenazeyekî ku dişibiya kurê min me teşhîs kir û me anî li Amedê defin kir. 3 sal şûnde em ji televîzyonê fêr bûn ku kurê mi dijî. Disa di sala 2008'an de li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê şer derket û di televizyonê de got Mehmet Hayme jiyana xwe ji dest daye. Ji bo em cenaze bigirin em çûn morgê. Lê ji ber cenaze hatibû perçekirin, me nekarîbû taşhis bikin. Min bi destê xwe ruyê cenazeyan paqij kir û ez li cenazeyê kurê xwe geriyam. Piştre min cenazeyekî dişibiya kurê xwe wergirt û min anî li Amedê defin kir. Me şîna kurê xwe danî. 4 meh şûnde dîsa ez fêr bûm ku kurê min sax e. Ew 2 cenazeyên PKK'ê ku dayik û bavê wan aşkere nebûn jî xwediyê wan emin. Dayik û bavê wan em in."
3 kur di zindanê dene
Bav Hayme anî ziman ku 2 kurê wî yê zewicî girtî ne û wiah got: "Kurê min Arif Hayme (35) di sala 2011'an de ji bo doza Îbrahim bişopîne çû Edliyeya Amedê. Lê li ber edliyê hat binçavkirin û hat girtin. Bi îdîaya endamê PKK'ê ye hat girtin û rastî 12 sal cezayê girtîgehê hat. Dadgeha bilind ceza daxist 7 sal û 6 mehan Niha li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê girtî ye. Ji bo dîtina wî bi hezaran kîlometre diçim û têm."
Şafî Hayme, da zanîn ku kurê wî Bejan Hayme yê 28 salî jî li Girtîgeha Tîpa F a Edirne girtî ye û wiha got: "Kurê min Bejan di sala 2010'an de Amedê hat girtin. Rastî
11 sal ceza hatiye. Kurê min berê jî 2 caran hat girtin. Kurê min Îbrahim Hayme (24) jî di sala 2010'an de hat girtin û piştî 4 salan girtî ma rastî 23 sal ceza hat.
'Em dê li dijî zilmê di ber xwe bidin'
Hayme da zanîn ku 3 kurê wî girtî ne û her kurekî wî li zindanekê girtî ye û wiha got: "Ji bo 3 kurê min li zindanekê bên girtin min gelek caran serî li rayedaran û Wezareta Dadê da. Lê ev daxwaza min nehat bersivandin. Ji ber her kurekî min li zindanekê ye ziyaret û dîtina wan ji bo min pir zahmet e. Her çend zilm û zext zêde be jî dê li dijî vê yekê berxwedan jî zêde be. Em dê li dijî zilmê di ber xwe bidin. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Kurd bi kuştin, qeyûmê xelas nabin. Pirsgirêk dê bi muzakereyên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareser bibe."
(mae)